KNK: Berxwedana YNK'ê Kurdistan bi hêz kir
KNK 40. salvegera damezrandina YNK'ê pîroz kir û destnîşan kir ku YNK di nava 40 salan de hem ji aliyê civakî hem jî ji aliyê siyasî ve bûye sedema bidestxistina destketiyên mezin.

Konseya Rêveber a KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, 40. salvegera damezrandina Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) pîroz kir û got, "Hebûna YNK’ê ya di nava 40 salan de hem di warê siyasî de hem jî di warê civakî de bû sedema bidestxistina destketiyên mezin." KNK'ê ragihand ku li cihekî weke Rojhilata Navîn ê bê îstîkrarî û cihê pevçûnan, 40 salan mezinbûn û pêşketina YNK'ê hêjayî nirxdayînê ye û.
Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê di şerê di dijî DAIŞ’ê de bê hejmara şehîd dane, bi vê yeke re welatparêziya xwe derxist holê û got,"Di sala dawiyê de YNK’ê bi qehremaniyekî fermandarî û berxwedanekî mezin welat parast û li dijî faştîzma DAIŞ’ê têkoşiya. Bi boneya 40. salvegera damezrandina YNK’ê careke din hemû şehîdan bibîr tînin û bejna xwe li ber tevahî şehîdên Kurdistanê ditewînin.
Her wiha Mam Celal di dîrokê de di pêvajoyên herî krîtîk de bi awayekî cesaret xeterî derbas kirin, çawa ji bo çareseriya pirsgirêkên siyasî têkoşînek da, îro YNK jî heman kevneşopiyê bi rêve dibe. YNK di dîroka Kurdistanê de îro li himberî biryarên krîtîk ên Bakur û Rojava pêk tên bi ruhekî xwedî derketinê û piştgiriyê ruhê yekîtiya neteweyî afirand. Li gel vê yekê wek Iraqê li Başûrê Kurdistanê jî bi vîzyonê wekheviya gelan, mafê bi hev re jiyan bûnê pêş xistiye; ji bo welatê herêmê yê krîtîk Iraqê jî pêşniyarên çareseriyê kiriye. Di vê çarçoveyê de hebûn û hêza YNKê, di warê siyaseta Kurdistan û herêmê de xwediyê girîngiyeke mezin e."
KNK'ê di dawiya peyama xwe de got, "Wek KNK’ê em 40. salvegera YNK’ê li gelê Kurdistanê û gelan pîroz dikin, di serî de ji bo Mam Celal ji hemû kadro û rêveberên YNK’ê re serketinê dixwazin û hêvîdarin di pêşerojê de serketinên mezin bi dest bixin."