Koordînasyona Kantonên Rojava peyama sersaxiyê weşand
Koordînasyona Giştî ya 3 Kantonên Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbatên qurbaniyên şewata navenda tenduristiyê ya taxa Meyselûn a Qamişlo re xwest.

Daxuyaniya Koordînasyona Meclîsên Rêveber a 3 Kantonên Rojava-Sûriyê (Cizîr, Kobanê û Efrînê) wiha ye: "Bi xemgînekiyeke mezin me bûyera şewata navenda Tenduristiyê ya taxa Meyselûn a Qamişlo bihîst. Di encama şewatê de zêdeyî 23 kesan ji xebatkarên tenduristiyê, nexweşên ji jin û zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Em wekî Koordînasyona Meclîsên Rêveber a 3 Kantonên Rojava-Sûriyê (Cizîr, Kobanê û Efrînê) sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin, em ji Xweda hêvî dikin ku wan bi rehma xwe şa bike û wan bixe rêza şehîdan. Em hêvî dikin ku Xweda îmana we xurt bike û sebrê bide we."