Doza Liceyê ji bo 7-8'ê Cotmehê hat taloqkirin

Doza Komkujiya Liceyê ya li Îzmîrê hat dîtin, ji bo 7-8'ê Cotmehê hat taloqkirin. Serokê dadgehê biryara taloqkirinê da û balkêş e got, "Ez demeke taybet didim we".

Doza Komkujiya Liceyê ya li Îzmîrê hat dîtin, ji bo 7-8'ê Cotmehê hat taloqkirin. Serokê dadgehê biryara taloqkirinê da û balkêş e got, "Ez demeke taybet didim we". Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Îzmîrê piştî bidawîbûna rûniştina dozê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku encama Doza Liceyê wê ji hemû dozên kuştinên kiryar nediyar re bibe mînak.

Rûniştina duyemîn a li ser komkujiya sala 1993'an a li navçeya Amed Liceyê ku 16 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat dîtin. Mexdûrê komkujiyê û parêzer Yûnûs Mûratakan, ji ber ku bersûc li rûniştinê ne amade ne nerazîbûn nîşan da û got, "Ev bersûc çima nayên? Ez şahidê vê bûyerê me. Bînin em rûbirû bên, qet nebe ez bibînim ka kê mala min şewitandiye, kê cîranê min kuştiye."

'EM BI GUMAN IN'

Ji parêzerên mexdûran Nêrgiz Tûgba Aslan jî nerazîbûn nîşanî nûçegihanên TRT'ê yên li kursiya li kêleka heyeta dadgehê rûniştin da û diyar kir ku ev rewş nayê qebûlkirin. Piştî ku heyeta dadgehê got gilîname wê ji aliyê spîkeran ve bê xwendin, bê qeydkirin û bi bersûcan bê guhdarîkirin Aslan nerazîbûn nîşan da û got, "Ev yek ti carî nayê qebûlkirin. Ev careke yekemîn dibe. Gilîname li rûyê bersûcan tê xwendin. Li vir em behsa sûcê kuştina mirovan dikin. Em bi guman in ku ev darizandin nebe darizandineke rasteqîn."

Ji parêzerên malbatên mexdûr Hasan Huseyîn Evîn jî got, "Li welatekî ku nexweşên kanserê jî li girtîgehê tê ragirtin, neanîna dadgehê ya mirovên sûcê li dijî mirovahiyê kirine, nayê qebûlkirin. Divê ev bersûc werin girtin û bi awayekî werin dariznadin."

JI BO 7-8'Ê COTMEHÊ HAT TALOQKIRIN!

Heyeta Dadgehê piştî navberê daxwaza parêzeran a "bêyî hatine bersûcan divê gilîname neyê xwendin" qebûl kir û xwest ji bersûcan Eşref Hatîpoglû tevlî rûniştina pêş bibe. Heyeta dadgehê daxwaza girtina bersûcan red kir û rûniştin ji bo 7-8'ê Cotmehê taloq kir.

Serokê dadgehê bi ken bal kişand ser berxwedana Kobanê ya 7-8'ê Cotmehê û got, "Binêrin ez demeke taybet didim we." Ev helwest û gotinên serokê dadgehê rastî nerazîbûnê hat.

'EDALET NEBE AŞTÎ NABE'

Platforma Lêgerîna Edaletê ya Liceyê û malbatên mexdûran li ber edliyeyê daxuyaniyek dan. Namzetê HDP'ê yê Parlamenteriyê Ertûgrûl Kurkçu li vir peyivî û anî ziman ku doz dozeke dîrokî ye. Kurkçu anî ziman ku encama Doza Liceyê dikare ji hemû kuştinên kiryar nediyar re bibe mînak û ragihand ku ev doza ji bo li rû hev hatine heqîqetan girîng e. Kurkçu herî dawî anî ziman ku eger li pişt dozê vîneke siyasî hebe ew ê hingî encamê bidest bixin. 

Berdevkê Meclîsa Aştiyê Hakah Tahmaz jî got, "Edalet nebe aştî habe. Ji bo li rû hev hatina heqîqetan ev doz gelekî girîng e. Encama vê dozê wê ji bo hemû dozan diyarker be. Girîng e civak van dozan ji nêz ve bişopîne."