4 şervanên YPG’ê li Qendîlê hatin definkirin
4 şervanên YPG’ê yên di Pêngava Fermandar Şehîd Rubar a li Rojava de jiyana xwe ji dest dan, li Qendîlê hatin definkirin.
4 şervanên YPG’ê yên di Pêngava Fermandar Şehîd Rubar a li Rojava de jiyana xwe ji dest dan, li Qendîlê hatin definkirin.
Şervanên YPG’ê Ezda Maku (Sara Adem Pira), Şoreş Şoreşger (Îbrahîm Qasimî) , Taylan Pîr (Abdilla Qasimî) û Şoreş Şupol (Hîwa Hojdar) li Qendîlê li Şehîdgeha Mehmet Karasungur bi merasîmekê hatin definkirin. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû, endamê Koordînasyona KODAR’ê Mazlûm Heften û malbatên şervanên jiyana xwe ji dest dane û gerîla beşdarî merasîmê bûn.
Karasû di merasîmê de axivî û şervanên li Rojava jiyana xwe ji dest dane, yên pêngava 1’ê Hezîranê dane destpêkirin û şehîdên mezin ên keda wan di pêşketina vê pêngavê de hene, şehîdên PKK’ê Mahîr, Medenî, Mûnzûr, Sorxwîn, Nûcan, Şevger, Silav bi rêzdarî bibîr anî.
Karasû got: “Ger îro têkoşîna me ya azadiyê li her çar parçeyên Kurdistanê her diçe pêş dikeve, ev bi saya şehîdên me ne. Îro li Rojhilata Navîn şerekî mezin tê dayîn. Her hêz ji bo xwe di aliyê siyasî de bi bandor bike, ketiye nava vî şerî. Dijminên gelê Kurd zêde ne. Ciwanên qehreman ên gelê Kurd li dijî van êrîşan li ber xwe didin û astengiyan dişikênin.
Mustafa Karasû di berdewamiya axaftinê de got rastiya qehremaniya Kurdan a dîrokî, îro 4 çar şervanên YPG’ê nîşanî hemû cîhanê daye û wiha pê de çû: “PKK partiya şehîdan e, HPG artêşa fedayiyan e, teqez ji hevrê Kakî Karer heta qehremanên mezin ên berxwedana Zîndana Amedê, ji Egîd heta hevrêyên me yên ku pêngava 1’ê Hezîranê dan destpêkirin, heta hevrêyên me yên Rojhilat, wê di rêya wan de bimeşin û girêdayî bîranîna wan wê Kurdistanê azad bikin. Gelê Kurd wê ne tenê Kurdistanê, wê hemû Rojhilata Navîn azad bike. Îro gelên Rojhilata Navîn bi hêvî li Tevgera Azadiya Kurd dinêrin. Em hêviya gelan e. Em soza xwe ya bilindkirina têkoşîna şehîdên xwe careke din dubare dikin.”
Endamê KODAR’ê Mazlûm Heften jî bi lêv kir ku wê gelên bindest ên her çar parçeyên Kurdistanê li dijî van êrîşan bêdeng nemînin û got: “Em di serî de soz didin Rêber Apo û hemû gelê xwe. Em ê bersiva van êrîşan bidin.
Malbatên şervanên YPG’ê jî gotin ew bi zarokên xwe serbilindin û gotin wê şopdarê şehîdên xwe bin.
Piştî axaftinan 4 şervanên YPG’ê bi dirûşman hatin definkirin.