Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk zêde dibe

Ji hilbijartinan re ku hefteyek maye tevgera leşkerî ya artêşa Tirk zêde dibe

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a zêde dibe daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de got:

“31’ê Gulanê saet di navbera 07:30 - 10:30’î de li ser qada Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê pêgerên hewayî yên artêşa dagirker a T.C keşf pêk anîne. Tevgera hewayî li herêmên me yên gerîla zêde bûne, li gor vê;

Di navbera 31’ê Gulanê saet 21:00 û 1’ê Hezîranê (îro) saet 12:00’an de li qada Şehîd Rehîme û Şukê yên li ser xeta Avaşîn 31’ê Gulanê saet di navbera 13:00 - 17:00’an de li qada Besta ya Şirnexê pêgerên hewayî yên bê mirov keşf pêk anîne; 31’ê Gulanê saet di navbera  10:00 - 11:00’an de li ser qada Çiyayê Reş û xeta sînor a herêma Zapê tevgera balafirên şer pêk hatiye.

27’ê Gulanê li qada gundên Bilindbasan û Avyan ên girêdayî Bajêrgeh a Geverê artêşa T.C a dagirker operasyonek daye destpêkirin û operasyon hê didome.

31’ê Gulanê li gundên Çardak û Pegan ên girêdayî Elbak a Wanê yekîneke kontra ya kincên hêzên me yên gerîla li xwe dike li hember gelê herêmê zexteke zêde pêk tîne.

31’ê Gulanê saet 11:00'an leşkerên li qereqola Bestan a girêdayî navçeya Westan a Wanê li hember çiyayê Artos û derdora wê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyon heman rojê saet 16.00’an bê encam vekişiyaye.

31’ê Gulanê saet di navbera 21:00 - 23:00’an de li ser rêya bendavê ya li nêzî gundê Hasan Goranê yê girêdayî navçeya Kopê ya Mûşê artêşa T.C a dagirker kemînan datîne. Dîsa heman rojê saet di navbera 13.00-19.00’an li ser rêya diçe gundê Tatan ê girêdayî navçeya Gimgim artêşa T.C a dagirker nuqteyên kontrolê û kemîn  danîne.”