YPG: Li Cizîr û Kobanê 9 gund hatin rizgarkirin

Di operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê yên li başûrrojavayê Serêkaniyê û li rojhilatê Kobanê de 9 gund û girikek ji çeteyan hatin paqijkirin. Di operasyonan de gelek çete hatin kuştin.

Di operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê yên li başûrrojavayê Serêkaniyê û li rojhilatê Kobanê de 9 gund û girikek ji çeteyan hatin paqijkirin. Di operasyonan de gelek çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da zanîn Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya ji bo rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê di roja 26. de bi awayekî serketî dewam dike û diyar kir ku çarçoveya merhaleya duyemîn a pêngavê de operasyon bi giranî li başûrrojavayê Serêkaniyê tên meşandin.

LI BAŞÛRROJAVAYÊ SERÊKANIYÊ 5 GUND HATIN RIZGARKIRIN

Navendê da xuyakirin ku hêzên YPG/YPJ'ê di nava 24 saetên dawî de derbên girîng li çeteyan xistine û got,"Piştî pevçûnên dijwar, hêzên me gundên Xiwêra, Tifehiya, Xizêlê, Um El Heyal û Dixeylaniyê ji çeteyan paqijkirin. 

Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van pevçunên 24 seatên dawî de nehatiye zelalkirin. 

Hêzên me li vir 14 termê çeteyan, 12 kleş, 1 çeka M16, yek jê doçka lê barkirî 3 maşîne, hejmarek zêde cebilxane û amûrên leşkerî bi dest xistin. Operasyonên hêzên me ya li qadê berdewam dike."

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku berxwedana Kobanê ya ji bo paqijkirina derdora Kantonê ji çeteyan dewam dike, di roja 259. de ye.

LI KOBANÊ 4 GUND Û GIREK HATIN RIZGARKIRIN

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku operasyona hêzên YPG/YPJ'ê ya roja derbasbûyî li rojhilatê Kobanê dabûn destpêkirin dewam dike û hat gotin, "Di encama vê operasyonê de hêzên me gundên Keynter, Kûlan a yekemîn, duyemîn û seyemîn, dîsa girê Kepinrepin ji çeteyan paqijkirin. Ji ber pevçÛnên dijwar a li qadê encama operasyone bi zelalî nehatiye bi dest xistin."