Şervanê YPG’ê yê birîndar ji ber hat rawestandin jiyana xwe ji dest da
Şervanê YPG'ê Xelîl Menaf ê li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ'ê de giran birîndar bû; ji ber zêde hat rawestandin û xwîn winda kir, jiyana xwe ji dest da.

Şervanê YPG'ê Xelîl Mefan ê li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kir û bi giranî birîndar bû, ji ber demek dirêj li ser sînorê Murşitpinarê hat rawestandin û piştre li nexweşxaneyan hat rawestandin, xwîn winda kir û jiyana xwe ji dest da. Xelîl Menaf ku anîn Nexweşxaya Dewletê ya Pirsûsê û ji vir jî piştî bi saetan hat rawestandin sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê kirin. Lê Menaf ku ji sînga xwe bi giranî birîndar bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Mefan piştre ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan.