Gundê Eyşa hate rizgarkirin

Şervanên YPG’ê gundê Eyşa ku dikeve ser sînorê Bakurê Kurdistanê, ji bin dagirkeriya çeteyan rizgar kir.

Şervanên YPG’ê gundê Eyşa ku dikeve ser sînorê Bakurê Kurdistanê, ji bin dagirkeriya çeteyan rizgar kir.

Operasyonên YPG’ê yên di çarçoveya Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo de, di roja 26’an de li rojava û başûrê Serêkaniyê didomin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêma şer ragihandine, şervanên saet derdora 19.45’an de gundê Eyşa ku dikeve navbera Serêkaniyê û Girê Spî (Til Ebyad) û li ser sînorê Bakur e, ji çeteyan paqij kirin.

Gundê Eyşa li nêzî gundê Dixeylaniyê ku îro serê sibehê hatibû rizgarkirin û 63 km li rojavayê Serêkaniyê ye.

Di 24 saetên dawî de hêzên YPG’ê li rojava û başûrê rojavayê Serêkaniyê gundên Xiwêra, Tifehiya, Xizêlê, Um El Heyal û Dixeylaniyê, her wiha ji 20’an zêdetir gundik ji çeteyan paqij kiribûn.