Ji KCK'ê ji bo Mele Abdûllah peyama sersaxiyê
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji ber wefata bavê endamê Konseya Rêveber Zubeyîr Aydar Mele Abdûllah, peyama sersaxiyê weşand.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji ber wefata bavê endamê Konseya Rêveber Zubeyîr Aydar Mele Abdûllah, peyama sersaxiyê weşand.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji ber wefata bavê endamê Konseya Rêveber Zubeyîr Aydar Mele Abdûllah, peyama sersaxiyê weşand û got, "Mele Abdûllah yek ji endamên bi rûmet ên nifşê zêdeyî sed sal in tevkarî li Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd dike ye."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ew bi xemgînî pê hesiyane bavê endamê Konseya Rêveber Zubeyîr Aydar welatparêzê hêja Mele Abdûllah jiyana xwe ji dest daye û ji malbatê û gelê Kurd re sersaxî xwest. Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Mele Abdûllah mîna hemû Meleyên li medreseyên Kurd perwerde dîtine, jiyana xwe diyarî jiyaana zad û demokratîk a gelê xwe kiriye. Heta nefesa xwe ya dawî cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê ya gelê me de girtiye. Di serî de li Sêrtê li gelek cihan, tevkariyên giranbuha li hişmendiya welatparêziyê ya gelê me kiriye. Mele Abdûllah bi van tevkariyên xwe yên bi qîmet re wê di nava gelê me û di nava tevgera me ya azadiyê de ti carî ji bîr neçe. Kurdistana azad a bi jiyana ji çand, ziman û nasnameya gelê Kurd, ku hesreta wan e, wê bi teqezî pêk were."
KCK'ê got, "Meleyên li medreseyên Kurd gihîştine nêzî dewletê nebûne û bûne barhilgir û nûnerên Îslama rasteqîn ên çanda Îslamê diparêzin" û bal kişand ser van xalan:
"Nebûna xwedî dewlet a Kurdan, ji bo Meleyên Kurd bûye avantajek ku Îslam rasteqîn temsîl bikin. Li dijî nêzîkatiyên ku Îslamê tevlî dewletê dikin, dikin navgîneke dewletê ya mêtîngerî û zilmê derketin û bûn xwedî roleke mezin ku Îslam bibe ya civakê. Ji ber ku medreseyên Kurd dûrî dewletê ne, gelek alimên Îslamê, gelek pêşengên terîqet û olî Kurd in. Ji ber vê yekê di belavkirin û civakîkirina Îslamiyetê weke çandekê de, Kurdan tevkariyeke girîng kirine. Sedema vê xweseriya alimên Kurd ên Îslamê ew e ku medreseyên Kurd dûrî dewletê ne û alimên Kurd xwe ji civakê vegirtine, Îslam jî kirine çandeke jiyanê ya civakê.
Ji ber vê yekê, beriya her kesî rûspiyên olî yên weke Mele Abdûllah di destpêkê de destekeke mezin dane pêşniyara Rêber Apo ya ji bo civandina Kongreya Îslama Demokratîk û xwedî lê derketine. Îslama demokratîk Îslama ji dewletê dûr, Îslama civakê ye. Ji ber vê yekê Îslama rasteqîn jî Îslama demokratîk a ji dewletê dûr e. Mele Abdûllah xwedî li Îslama demokratîk derketiye û helwesteke ku divê Îslam a civakê be, nîşan daye. Ji xwe kî Îslamê ji dewletê vegiere, ew kes mirovê herî zêde xizmetê ji Îslamê dike ye. Ji ber vê karekterê ye ku oldarên Kurd herî zêde xizmet ji Îslamê kirine."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin Mele Abdûllah yek ji endam û pêşengên bi rûmet ên nifşê zêdeyî sed sal in tevkarî li Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd dike ye û got, "Bi sekna xwe re nîşan daye ku divê gelê Kurd û bawermend bibin xwedî sekin û helwesteke bi çi rengî. Di demeke ku dewleta Tirk û AKP dixwazin ol û baweriyan li hemberî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê me bikar bîne de, pêwîstî bi sekneke bi vî rengî heye.
Pêwîst e tevayî gelê me Mele Abdûllah û Mele Abdûrrahman Timokî yê salên xwe yên dawî li cem Rêber Apo derbas kir û heta dawiya nefesa xwe ya dawî ji bo serketin û pêşketina Têkoşîna Azadiyê dûa kir mînak bigire, li hember kesên ol wek perdeya polîtîkayên neteweperest û qetlîamker ên dewleta Tirk bi kar tînin û dixwazin hesretên azadiyê yên gelê me ji rê derxin helwest bigire. Pêwîst e li hember Yasîn Aktay û yên weke wî yên biratiya olê ji înkara nasnameya Kurd re dikin alav helwesta xwe nîşan bidin.
Em wek tevgera azadiyê soza xwe dubareke dikin ku em ê feraseta Îslamê ya aîdî civakê û terzê jiyanê yên Mele Abdûrrahman Timokî û Mele Abdûllah li Kurdistana azad bidin jiyîn, rêz û hurmeta xwe ya li hember wan bi pêşxistina têkoşîna Kurdistana azad nîşan bidin.”