Kurdistaniyan li Achîmê meclîsa xwe ava kirin

Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Achîmê dijîn û xwe bi şêweyê komunê birêxistin kirine, kongreya xwe li dar xistin. Bi kongreyê re Kurdistaniyan xwe bi rêbaza meclîsê birêxistin kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Achîmê dijîn û xwe bi şêweyê komunê birêxistin kirine, kongreya xwe li dar xistin. Bi kongreyê re Kurdistaniyan xwe bi rêbaza meclîsê birêxistin kirin.

Kongre bi beşdariya 100 delegeyî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. 

Rêveber ê NAV-DEM'ê Abdûllah Efe di kongreyê de, der barê xebatên meclîsê de agahî da. Efe got, "Li ku dibe bila bibe, pêwîste gelê Kurd ji aliyên civakî, siyasî û çandî ve karibin xwe bi rêve bibin. Bêyî Meclîsbûyînê jî ev pêk nayê."

Di kongreyê de tevî hevserokan, desteyên kontrol û dîsîplînê 45 kes ji Meclîsê re hatin hilbijartin. Meclîsê xwe bi 5 komîsyonan bi rêxistin kir.

Kongre bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

 

...