Têkoşer Pazarcik li Parîsê hat bîranîn
Gerîla Ozcan Boztosûn bi nasnav Têkoşer Pazarcik ê di 3'ê Hezîrana 2014'an de di şerê li bejahiya Ûrmiyeyê de jiyana xwe ji dest da, li Parîsê hat bîranîn.
Gerîla Ozcan Boztosûn bi nasnav Têkoşer Pazarcik ê di 3'ê Hezîrana 2014'an de di şerê li bejahiya Ûrmiyeyê de jiyana xwe ji dest da, li Parîsê hat bîranîn.
Gerîla Ozcan Boztosûn bi nasnav Têkoşer Pazarcik ê di 3'ê Hezîrana 2014'an de di şerê li bejahiya bajarê Rojhilatê Kurdistanê Ûrmiyeyê de jiyana xwe ji dest da, li Parîsê hat bîranîn.
Bîranîn bi beşdariya malbata Boztosûn û hevrêyên wî li Dergaha Elewiyan a Pîr Sûltan pêk hat.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê Pîrê Elewiyan Pîr Riza Yagmûr, li gorî baweriya Elewiyan li ser şehadetê axaftineke kurt kir û piştre dua xwend.
Ji Komîteya Malbatên Şehîdan a Parîsê Xeyrî Ûlûdag jî mafê axaftinê girt û bal kişand ser girîngiya şehîdan di têkoşîna Kurdistanê de.
Dûre dayika Boztosûn Hatûn Boztosûn peyivî û hestên xwe parve kir. Di bîranînê de sînevîzyonek li ser jiyana Têkoşer Pazarcik û hevpeyvîna hevrêyên wî, hat nîşandan.
Merasîma bîranînê bi nîşandan sînevîzyonê re bi dawî bû.