Li Colemêrg, Bedlîs û Dêrsimê tevgera artêşa Tirk

Leşkerên Qereqola Sîvrî ya Şemzînanê li girê Leylak bi cih bûn û mewziyên nû çêkirin. Ev 10 ro je li navçeya Norşîn a Bedlîsê jî artêşa Tirk bi wesayîtên zirxî digerin.

Leşkerên Qereqola Sîvrî ya Şemzînanê li girê Leylak bi cih bûn û mewziyên nû çêkirin. Ev 10 roj e li navçeya Norşîn a Bedlîsê jî artêşa Tirk bi wesayîtên zirxî digerin. Li Pilemûrê jî artêşa Tirk li gundê Kirmizi Kopru, Harçik û Çakir Kaya di nava tevgerê de ye.

Li gorî çavkaniyên herêmî di 25’ê Gulanê de ji qereqola Sîvrî ya girêdayî Şemzînan a Colemêrgê ye leşker li Girê Leylak bicih bûne, mewziyên nû çêkirine.

Her wiha hat hînbûn ku ev 10 roj e jî li navçeya Norşîn a Bedlîsê wesayît li dewriyeyê digerin û çavkaniyên herêmê da zanîn ku ji bo di hilbijartinên herêmî de çavê gel bitirsînin wisa dikin.

Çavkaniyên herêmî yên Dêrsimê jî gotin di 31’ê Gulanê de saet di 14.00’an de  wesayîtên zirxî yên artêşa Tirk li gundên Kirmizi Kopru, Harçik û Çakir Kaya a Pilemûrê di nav tevgerê de bûn.