KURDISTAN
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Hemû Nûçe
-
Bi keda destan jiyaneke nû tê avakirin
Êzidiyên li Şengalê dijîn, jiyanê ji nû ve ava dikin. Tevî mercên zehmet jî Êzidiyên di binê konan de dijîn, bi biryardarî li ser Çiyayê Şengalê dijîn.
-
-
-
Li Serêkaniyê 4 gundên jî hatin rizgarkirin
Şervanên YPG/YPJ’ê gundên El-Biwêdir, Xirbet El-Naqa, Xezalê û Xalidiyê yên di derdora 61 û 63 kîlometreyan dikevin başûr-rojavayê Serêkaniyê û hin mezreyên derdora wan ji çeteyan paqij kirin.
-
Gundê El Tifada ji çeteyan hate rizgarkirin
Şervanên YPG/YPJ’ê di çarçoveya Hemleya Fermandar Rubar Qamişlo de, li 60 kîlometre başûr rojavayê Serêkaniyê gundekî din jî rizgar kir û gelek çek û cebilxane desteser kirin. Çete di ser sînorê Tirkiyeyê re reviyan.
-
-
Operasyonên YPG/YPJ'ê dewam dikin
Di operasyonên YPG/YPJ'ê yên li Kantonên Cizîr û Kobanê yên Rojavayê Kurdistanê gelek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û hejmareke zêde gund û nuqteyên stratejîk ji çeteyan hatin paqijkirin.
-
-
Bavê wî ew veşart
Şervanê YPG'ê Yûsûf Eteş ji aliyê bi hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. Bav Mehmet Eteş di merasîmê de axivî û got, "Lehengên me ji bo me canê xwe dan. Yekane daxwaza cangoriyan ji me jî, xwedîderketina li vîn û rûmeta me ye."
-
-
-
-
Li Qamişlo şewata mezin
Li Navendeke Tenduristiyê ya Qamişloyê de îro danê nîvro şewateke mezin derket. Hat ragihandin ku ji ber şewat, gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.
-
-
YPG: Koalîsyona Sûriyeyê hevkariya DAIŞ'ê dike
Fermandariya Giştî ya YPG'ê: Êdî ji bilî cilên fermî tu cudahî di navbera DAIŞ’ê û koalîsyonê de nemaye. Di heman demê de ew bûye hevparê DAIŞ’ê ku rêbazên xwe yên qirêj li ser gelê Suryeyê pêk tîne.
-
-
Li Kobanê 7 gundên din hatin rizgarkirin
Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat a Kantona Kobanê di çarçoveya operasyona rizgarkirina bajarê Girê Spî de 7 gundên li başûrrojhilatê Kantonê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.
-
Silava li Viyanayê hat bîranîn
Şervana YPJ'ê Meryem Mihemmed bi nasnav Silava ya di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da, li paytexta Awûstûrya Viyanayê hat bîranîn.
-
-
-
Bi hezaran Mele Abdullah Aydar spartin axê
Cenazeyê bavê Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar Mela Abdullah Aydar ê ku li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da li Sêrtê bi tevlîbûna hezaran kesan hate definkirin.
-
‘Divê kes nebe amûrên êrîşên provokatîf’
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, diyar kir di encama êrîşa provokatîf a li herêma Kizilkent a li pişt gundê Derelîk a bajarê Selmasê pêk hatiye, gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye.
-
Li Rojava 5 gund ji çeteyan hatin paqijkirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku operasyonên wan li Kobanê û Serêkaniyê yên li dijî çeteyan bê navber didomin û got di operasyona 24 saetên dawî de 5 gund hatine rizgarkirin.
-
-
Nasnameya 4 gerîlayan hat aşkerakirin
Komîteya Rêveber a PKK’ê û Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê nasnameya 4 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.