Nasnameya 4 gerîlayan hat aşkerakirin

Komîteya Rêveber a PKK’ê û Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê nasnameya 4 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Komîteya Rêveber a PKK’ê û Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê nasnameya 4 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

PKK’ê di nameya ji malbatan re şand got, “Serê tevayî gelê Kurdistan û yê we sax be. Em dixwazin hûn zanibin ku êşa we ji kûr ve hîs dikin û wek hevalên wan ên têkoşînê di şehadeta hevalên xwe de herî kêm bi qasî we êşê dikişînin. Em hewl didin bi awayekî layiqî wan bi hilgirtina çek û ala wan û bi pêşxistina têkoşînê di xeta hemû şehîdan de vê êşê sivik bikin. Em hêvîdar in hûn ferdên malbata hêja jî şehadeta pêk hatiye bi sebir û metanet pêşwazî bikin û li ser heman esasî nêz bibin.

Ti gel bê berdêl negihiştiye azadiya xwe û jiyana bi rûmet heq nekiriye. Rêya herî rast a bidawîkirina êşan, ji bo bidawîkirina êşan bêmirinkirina şehîdan e. Wateya vê jî, ji bo pêkanîna armancên ew pê ve girêdayîne hê zêdetir têkoşîn e. Her ku têkoşîn pêş bikeve, wê şehîdên me jî di dilê gelê me de heta dawiyê bijîn.”  

Nasnameya 4 gerîlayan wiha ye:

“Abdurrahman Ulug ê bi nasnav Xemgîn sala 1972’yan li Bismilê ji dayik bûye. 6’ê Nîsana 1994’an li Bagok/Cîlîn bi 5 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest daye.

Mehmet Alih Ulu-Ulug ê bi nasnav Piling sala 1974’an li Bismilê ji dayik bûye. 5’ê Hezîrana 1993’yan li çiyayê Kûrtîk ê Mûşê jiyana xwe ji dest daye.

Muzeyyen Göndegîr-Gultekîn a bi nasnav Bêrîvan sala 1977 / li gundê Guvencîlîk ê Misirc ji dayik bûye. 30 ‘ê Gulana 1993’yan li çiyayê Kember ê Bedlîsê jiyana xwe ji dest da.

Seydoş Yilmaz ê bi nasnav Serhat li navçeya Şemrex a Mêrdînê hatiye dinyayê. 21’ê Tîrmeha 1994’an li Xîzanê jiyana xwe ji dest da.”

...