Şervanê YPG'ê Yûsûf Eteş (Arîf Sebrî) ji aliyê bi hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. Bav Mehmet Eteş di merasîmê de axivî û got, "Lehengên me ji bo me canê xwe dan. Yekane daxwaza cangoriyan ji me jî, xwedîderketina li vîn û rûmeta me ye."
Şervanê YPG'ê Yûsûfa Yusuf Eteş (Arîf Sebrî) ku li Kobanê di şerê li diji çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Bêdlîsê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat definkirin.
Endam û rêveberên HDP û DBP'ê, malbat û gelek welatî jî beşdarî merasima cenaze bûn. Parlamenterê HDP'ê yê Bêdlîsê Husamettîn Zenderlîoglû, endam û rêveberhên MEYADER, DEM-GENÇ'ê cenaze li Tesîsên Buzlupinarê wergirtin û birin Goristana “Şehîdgeha Xerzanê".
Girseya gel darbest hilgirt ser milan û bir goristanê. Di meşê de posterên YPG’î Eteş û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK û YPG hatin bilindkirin. Komê bê navber dirûşmên "Şehîd namirin", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" berz kir û meşiya. Girseyê piştî cenaze bir goristanê rêz girt. Di merasîma cenaze de Bapîrê şervanê YPG’î Eteş Hacı Omer diyar kir ku roj roja şeref û namûsê ye û got: "Şehîd şehîdên Kurdistanê ne." Ji ber ku îro em hemû li vir in em rûmetdar in. Em her dem li pişt şervanên Kurd ên îro ji bo me canê xwe feda kirine ne."
'DIVÊ DI 7'Ê HEZÎRANÊ DE EM BERSIVÊ BIDIN WAN'
Bav Mehmet Eteş jî anî ziman ku ew bi kurê xwe serbilind e û got: "Lehengên me ji bo me canê xwe dan. Yekane daxwaza cangoriyan ji me jî, xwedîderketina li vîn û rûmeta me ye."
Mam Abdulcelîl Eteş jî wiha axivî: "Silav ji Rêber Apo yên ku em kirin yek. Ji ber ku paşeroj û pêşeroj nîşanî me da em deyndarê wî ne. Şehîdên me ji bo azadiya me canê dane. Em ê di 7'ê Hezîranê de bersivê bidin kesên ji me re dibêjin bê dîn û bê nasname."
Hevserokê DBP'ê yê Bedlîsê Enver Barîn anî ziman ku pir zahmet e ku li ser cenazeyan biaxive û got: "Em soz didin ku em ê bi ser bikevin. Em soz didin ku em ê di rêya wan de bimeşin û layiqî wan bin."
Piştî axaftinan cenaze danîn ser milê xwe û birin li Şehîdgeha Xerzanê defin kirin. Bav bi destê xwe cenazeyê kurê xwe defin kir.
Girse piştî duayan li ser goristanê belav bûn.