'Pêngava 1'ê Hezîranê PKK kir ala gelên Rojhilata Navîn'
Di demeke ku piştî revandin û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dihat gotin 'PKK parçe û belav bûye' Pêngava 1'ê Hezîranê pêk hat. Gerîlayan di salvegera pêngavê de axivîn.
Di demeke ku piştî revandin û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dihat gotin 'PKK parçe û belav bûye' Pêngava 1'ê Hezîranê pêk hat. Gerîlayan di salvegera pêngavê de axivîn.
Di demeke ku piştî revandin û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dihat gotin 'PKK parçe û belav bûye' Pêngava 1'ê Hezîranê pêk hat. Gerîlayan di salvegera pêngavê de, sedem û wateya pêngavê ji ANF'ê er nirxandin.
SABIR SERERO: Ji sala 1984'an û vir ve bi awayekî fermî em di nava têkoşîna çekdarî de bûn. Piştî ku Rêbertî di sala 1999'an de bi destê hêzên navneteweyî li komployekê rast hat, bi pêvajoya Îmraliyê re Rêbertiyê diyar kir ku divê demeke nû were destpêkirin. Biryar hat dayîn ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane, pêwîste dema têkoşîna bê çek were destpêkirin. Bi vê pêngava Rêbertiyê re di heman demê de me pêwîstî bi hin nûbûnên di rêbaza têkoşînê de dît. Me xwest dema têkoşîna çekdarî veguhere aştiyeke mayînde. Gerîlayan bêyî dudiliyê dest bi vê meşa mezin a aştiyê ya ji berdêlên giran kir.
Li ser vê bingehê bi banga Rêbertiyê re hêzên me yên HPG û YJA Starê, ber bi herêmên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê yanî Herêmên Parastinê yên Medyayê vekişiyan. Hêzên modernîteya kapîtalîst û komploker, ketin nava hesabên rê û rêbazên tinekirina PKK'ê. Li şûna pêkanîna aştiyeke mayînde, xwestin gelê Kurd û tevgera azadiyê tine bikin. Bi taybetî ji bo derdorên welatparêz û ji bo azadiyê bedel dane parçe bike hemû derfetên xwe seferber kir.
Ev pêvajo di sala 1999'an de destpê kir û heta sala 2003'an dewam kir. Piştî ku AKP bû desthilatdar, li Tirkiyeyê sîstema qirkirinê amadekariya pêngavekê li dijî tevgera me kir. Ji ber vê yekê, ji bo pûçkirina êrîşên dijmin ên siyasî, leşkerî û çandî werin pûçkirin, biryar hat dayîn ku Pêngava 1'ê Hezîranê were kirin û diviyabû ev pêngav di sala 2003'an de bihata destpêkirin. Lê belê hem ji ber zexta tinekirinê ya hêzên derve hem jî hewldanên tinekirinê yên hundirîn, bûn sedem ku pêngav dereng destpê bike. Li ser vê bingehê di sala 2004'an de destpê kir.
Armanca bingehîn a vê pêngavê qedandina polîtîkayên înkar û tinekirinê ya bi sedan salane li ser gelê Kurd tê meşandin, bû. Ji bo parastina nirxên civakê û xwedîderketina li nirxên di rêya azadiyê de hatin dayîn pêngava 1'ê Hezîranê di sala 2004'an de destpê kir.
ZÎLAN KOBANÊ: Rêbertî got, "Eger em jî di van rojan de dewleteke Kurdistanê ava bikin wê ti cudahiya me ji dewletê din nemîne' û li ser bingeha aştiyê pêvajo da destpêkirin. Vekişîna ber bi Başûr ve çêbû. Di sala 1999'an de bi awayekî yekalî agirbest hat îlankirin. Dewletê di pêvajoya agirbestê de jî êrîş kir. Ji bo tinekirina rêxistinê serî li her rê û rêbazê da. Dewleta Tirk ti carî ne alîgirê aştiyeke mayînde bû. Lewma ev pêngav ji ber pêwîtiyekê pêk hat.
TOLHILDAN SERDAR: Ji aliyê me ve Pêngava 1'ê Hezîranê di nava şert û mercên zehmet de pêk hat. Ji nû ve çûyîna li qadên bakur ên bi vekişînê re hatin valakirin, ji bo gerîla dezavantaj bû.
Pêngaveke nû wê bihata destpêkirin. Lê belê zehmet bû di asta dihat xwestin de bihata destpêkirin. Di pêvajoya nû a şer de afirandina taktîkên şer ên nû zehmet bû. Ev mijar gelekî zelal bû. Di wan şert û mercan de zelal bû ku têkoşîn bê çekê nema dimeşe. Zemîna siyasî ji holê rabûye.
BEDRAN KAWA: Di Pêngava 1'ê Hezîranê de min li eyaleta Serhedê cih girt. Ji bo pêngavê amadekarî hebûn. Di nava gerîla de bi îdeolojî û felsefeya Rêbertiyê re ruhekî fedaî derket holê. Ji bo bicihanîna pêwîstiyên pêvajoyê û bersivdayîna li bendewariyên gel, di nava hewldaneke mezin de bûn. Şehadeta hevalên bi salan li çiyê man û kedeke mezin dan, ji bo me mesajeke mezin bû. Pêvajoyeke welê bû ku hem tecrîdê hem jî êrîşên psîkolojîk ên li hemberî Rêbertî û gel, Pêngava 1'ê Hezîranê ferz dikir.
RONÎ MÛNZÛR: HPG'ê xwe ji nû ve birêxistin kir û veguherî rêxistineke berxwedan û parastinê. Bê guman xwedî zemîneke mîrateyê hebû. Zemîna ARGK'ê. Lê belê formasyon, motîvasyon û feraseta parastinê ya ARGK'ê cuda bû. HPG bi temamî xwedî feraseteke cuda ya parastinê bû. Bû xwedî formasyonê û ev formasyoneke nehtaibû ceribandin bû. Li Kurdistanê wê cara yekemîn bicih bihata anîn.
Ruhê Apoyî piştî ARGK'ê bû xwedî performanseke bilind a leşkerî. Eger li Kurdistanê sîstema înkar û tinekirinê parçe bûbe û êdî hêzên mêtînger nema dikare niyeta vê bikin, di vir de Pêngava nû ya HPG'ê ya 1'ê Hezîranê roleke diyarker dilîze. Hînê li ser encamên vê pêngavê meş dewam dike û encamên mezin tên bidestxistin.
Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî ji vê îlham hat girtin û rêxistinbûyînên leşkerî derketin holê. Ev performansa mezin a HPG'ê îro ruh dide çar parçeyên Kurdistanê. Îlhamê dide. Eger îro berxwedana YPG-YPJ'ê heye, ev yek dewama îlhama xeta leşkerî ya HPG'ê li Kurdistanê afirandiye. Berxwdanên ji vê îlhamê derketine holê ne. Lewma em xwe weke mîrateyekê dibînin, bi wate dikin. Em bîranîna hemû rêhevalên xwe yên bi lehengî di wê berxwedanê de şer kirin, bibîr tînin. Her wiha veguherîn xeteke berxwedanê ya li Şengal, Kerkûk û tevahiya Kurdistanê belav bûye. Yanî 1'ê Hezîranê PKK kir ala gelên Rojhilata Navîn.
EGÎD ROJHILAT: Piştî ku gerîla ji nû ve li qadan vegeriyan û pêngavê destpê kir, di nava gel de hêviyek ji nû ve şîn bû. Komploya li hemberî Rêbertiyê hat kirin, hat pûçkirin. Eger îro em dibêjin derfet û destketî hene, ev yek bi Pêngava 1'ê Hezîranê re derketin holê. Şoreşa Rojava jî îlhama xwe ji Pêngava 1'ê Hezîranê girt. Ji hêzên digotin 'Kêmî 6 mehan ew ê tine bibin' Pêngava 1'ê Hezîranê û Şoreşa Rojava bû bersiveke xurt.
RONÎ MÛNZÛR: Pêngava 1'ê Hezîranê PKK kir tevgereke ku li derveyî Kurdistanê jî belav bû. Eger Pêngava 15'ê Tebaxê PKK kir realîteyek, kir dînamîkeke mezin a azadiyê, di Pêngava 1'ê Hezîranê de jî PKK veguherî ala gelên Rojhilata Navîn. PKK îro veguherî gelên cîhanê. Li çar aliyên cîhanê bi dehan hêzên cuda derdikevin holê ku hewl didin PKK'ê fêm bike û xeta PKK temsîl dike ji xwe re bike îlham. Her wiha ji rêxistinbûyîna gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn re bû bingeh.