Li Agiriyê hewldanên provokasyona nû
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk bi armanca provokasyonê li Agiriyê operasyon daye destpêkirinê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk bi armanca provokasyonê li Agiriyê operasyon daye destpêkirinê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk bi armanca provokasyonê li Agiriyê operasyon daye destpêkirin. HPG’ê got: “Ji aliyê artêşa Tirk ve li Agiriyê operasyon hatiye destpêkirin û bi vê operasyonê re li dijî hêzên me yên gerîlayan yên li herêmê, hewldanên provokasyonê jî zêde dibin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî tevgera leşkerî ya artêşa Tirk daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“29’ê Gulanê saet navbera 22.30 û 30’ê Gulanê (îro) saet di 03.00’an de li ser herêma Xakurkê ya Herêma Parastina Medya, pêgerên hewayî yê bê mirov xebatên keşfê kirine. Tevgera hewayî li herêmên gerîlayan her çûye zêde bûye. Li gorî vê;
Pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk 29’ê Gulanê saet di navbera 11.00 û 15.30’an de û di 30’ê Gulanê saet di navbera 03.00 û 12.00’an de, 29’e Gulanê saet di 16.00 û 17.00’an de li herêma Garê, heman rojê saet di navbrea 11.30 û 16.00’an de li herêma Zapê, 30’ê Gulanê saet di navbera 03.00 û 04.00’an de li herêma Metîna, 29’ê Gulanê saet di navbera 11.00 û 18.00’an de li herêma Akdag û Şehîd Remzî ya Amedê, xebatên keşfê kirine.
29’ê Gulanê saet di 05.00’an de ji Qereqola Yekmal a xeta sînorê herêma Heftanînê komeke leşker ya ji 50 kesî pêk dihat, li derdora qereqolê operasyon dane destpêkirin.
Ev hefteyeke li Mezgîrt a Dêrsimê li dora gundê Xîran, artêşa Tirk kemînan datîne.
Artêşa Tirk li Agiriyê operasyon daye destpêkirin û bi vê operasyonê re li dijî hêzên me yên gerîlayan ên li herêmê hewldanên provokasyonê zêde bûne. Hêzên me yên gerîlayan li dijî van hewldan û lîstikên qirêj ên artêşa Tirk, bi baldarî û hestiyariyek mezin nîşan daye. Berfirehiya vê operasyonê; 29’ê Gulanê saet 06.00’an li herêma Sînega a Agiriyê artêşa Tirk bi wesayîtên zirxî û beşdarbûna leşkeran operasyonek berfireh daye destpêkirin. Artêşa Tirk, li qada Îsal, gundê Tilik, gundê Açmê û gundê Hecî Dodo xist bin dorpêçê û li herêmên Gelîyê Hecî Dodo, Gelîyê Serbend û Gelîyê Açmê kemîn danîne. Hêza operasyonel heman rojê saet 16.00’an bê encam vekişiyaye.
Her wiha ev 15 roj e li navçeya Sarikamiş û Selîm a Qersê tevgera leşkerî ya TC’ê heye. Ev demeke li daristana Selimiye kemîn tên danîn.
29’ê Gulanê saet 14.30’î li navçeya Panos a Agiriyê û herêmên girêdayî Panosê yên Xabûr, Rêya Şah, Mexela Sor û Goma Hecî Reşît pêgerên hewayî yên bê mirov xebatên keşfê dikin.
30’ê Gulanê saet di navbera 08.00 û 12.30’an li navçeya Gever a Colemêrgê Qereqola Oremarê li dijî herêmên derdora xwe û li hemberî herêma Şehîd Xafur bi top û hewanan bombebaran pêk aniye. Heman rojê saet di navbera 03.00-11.00’an li herêma Şuke xebatên keşfê hatine kirin.”