Li Qamişlo şewata mezin

Li Navendeke Tenduristiyê ya Qamişloyê de îro danê nîvro şewateke mezin derket. Hat ragihandin ku ji ber şewat, gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Li Navendeke Tenduristiyê ya Qamişloyê de îro danê nîvro şewateke mezin derket. Hat ragihandin ku ji ber şewat, gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Şewat îro saet derdora 11.30’an de li avahiya Navenda Tenduristiyê ya li Taxa Meyselun ku ji 7 odeyan pêk tê derket. 

Li gorî agahiyên destpêkê tupê gazê yê li mitbexê teqiya û şewat derket. Bi şewatê de tupên oksîjenê jî teqiyan, lewre şewat li tevahiya avahiyê belav bû. Piştî ku şewat hemû avahî dorpêç kir, depoya mazotê ya li ser banê avahî jî teqiya.

Piştî ku şewat destpê kir hêzên asayîşê û ekîbên agirkujiyê çûn cihê bûyerê û şewat vemirandin. Her wiha bi sedan malbat û xizmên kesên di avahiyê de jî çûn ber navenda tenduristiyê.

Li gorî agahiyên ku hîn nehatine teyîtkirin, di avahiyê de nêzî 50 kesî hebûn û di encama şewatê gelek kesan jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên Selam, Nûr, Nafiz, Wetenî û Rehmê yên li Qamişlo.

Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane jî rakirin nexweşxaneyan.