Silava li Viyanayê hat bîranîn
Şervana YPJ'ê Meryem Mihemmed bi nasnav Silava ya di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da, li paytexta Awûstûrya Viyanayê hat bîranîn.

Civîna bîranîna şervana YPJ'ê Silava, ji aliyê PYD Awûstûrya ve hat organîzekirin û bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Di merasîma bîranînê de sînevîzyonek ji bo Meryem Mihemmed (Silava) hatibû amadekirin hat nîşandan û dûre nûnerê PYD'ê yê Awûstûryayê axivî.
Li dû axaftinê bîranîn bi qîrîna dirûşmeyên "Şehîd Namirin", "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû. Di bîranînê de her wiha ji bo "Tûrnûvaya Şehîdên Meha Gulanê" ya sibe ji aliyê Ciwanên Azad ve tê organîzekirin banga beşdariyeke xurt hat kirin.