Bi hezaran Mele Abdullah Aydar spartin axê

Cenazeyê bavê Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar Mela Abdullah Aydar ê ku li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da li Sêrtê bi tevlîbûna hezaran kesan hate definkirin.

Cenazeyê bavê Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar Mela Abdullah Aydar ê ku li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da li Sêrtê bi tevlîbûna hezaran kesan hate definkirin.

Cenazeyê bavê Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar Mela Abdullah Aydar ê ku li Nexweşxaneya Başkent a Yuregîr a Edeneyê dihate dermankirin û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da li Sêrtê bi tevlîbûna hezaran kesan hate definkirin. Konvoya cenaze di ketina bajar de ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazîkirin û anîn Goristana Zevyeyê. Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, parlementerên DEP'ê yên berê Alî Yîgît û Nîzamettîn Toguç, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, hevşaredarên heremê, namzetên HDP'ê yên Sêrtê, hevbirên Kongreya Îslama Demokratîk, MEYA-DER, rêveberên HDP û DBP'ê û gelek kesên din tevlî merasîma cenaze bûn.

Cenazeyê Aydar bi girseyî anîn Mizgefta Sûkê û vecîbeyên olî pêk anîn. Pişt re cenazeyê Aydar li Goristana Zeviye bi girseyî hate definkirin. Di dema merasîma cenaze de Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar bi telefonê ji girseyê re axivî û wiha got: "Îro em dostekî û rêhevalekî ber bi dawîbûnê ve oxir dikin. Wesiyata vî rêhevalî hebû em xwedî li wê derkevin. Ev wesiyet jî welat bû. Di 7'ê hezîranê de em bi dengên xwe xwedî vê wesiyetê derbikevin. Em îro di merasîma cenazeyê bavê xwe de nîn in. Hemû kesên li wir wekîlên me ne."

Parlamenterê DEP'ê yê berê Alî Yîgît jî ser saxî li Zubeyîr Aydar û malbatê da û wiha got: "Seyda Abdullah rêhevalê me hemûyan bû. Weke hûn dizanin Seyda li sirgûniyê jiyana xweji dest da. Seyda şoreşger bû."

Wê li Parka Bajar a Orhan Dogan konê sersaxiyê bê vedan.