Li Serêkaniyê 4 gundên jî hatin rizgarkirin
Şervanên YPG/YPJ’ê gundên El-Biwêdir, Xirbet El-Naqa, Xezalê û Xalidiyê yên di derdora 61 û 63 kîlometreyan dikevin başûr-rojavayê Serêkaniyê û hin mezreyên derdora wan ji çeteyan paqij kirin.

Li gorî agahiyên nûçegihanên ANHA’yê ji qadên şer ragihandin, şervanên YPG/YPJ’ê di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava ˮFermandar Rûbarˮ de derdora 19.00’an gundên El-Biwêdir, XIrbet El-Naqa, Xezalê û Xalidiyê yên derdora 61 û 63 kîlometreyan başûr-rojavayê Serêkaniyê dikevin û çend mezreyên derdora van gundan ji çeteyan rizgar kirin.
Operasyona şervanên YPG/YPJ’ê ya li heman herêmê bê navber didome.
Îro saet derdora 17.00’an li gundê El Tifada ku 60 kîlometre dikeve başûr rojavayê Serêkaniyê û dikeve ser rêya Serêkaniyê û Til Ebyadê, li dijî çeteyan operasyon li dar xist.
Di encama operasyonê de gund ji çeteyan hate paqijkirin û gelek çete hatin kuştin. Di pevçûnan de li gel cenazeyên 8 çeteyan, 8 çekên kelaşnîkof, gelek guleyên wan, wesayîteke ku doçka li ser e, 2 wesayîtên leşkerî û gelek roketavêjên B7 hatin desteserkirin.
Hate dîtin ku çeteyên windahiyên mezin didin, di ser sînorê Tirkiyeyê re reviyan.