Gundê El Tifada ji çeteyan hate rizgarkirin

Şervanên YPG/YPJ’ê di çarçoveya Hemleya Fermandar Rubar Qamişlo de, li 60 kîlometre başûr rojavayê Serêkaniyê gundekî din jî rizgar kir û gelek çek û cebilxane desteser kirin. Çete di ser sînorê Tirkiyeyê re reviyan.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêma şer ragihandine, hêzên YPG’ê îro saet derdora 17.00’an de li gundê El Tifada ku 60 kîlometre dikeve başûr rojavayê Serêkaniyê û dikeve ser rêya Serêkaniyê û Til  Ebyadê, li dijî çeteyan operasyon li dar xist.

Di encama operasyonê de gund ji çeteyan hate paqijkirin û gelek çete hatin kuştin. Di pevçûnan de li gel cenazeyên 8 çeteyan, 8 çekên kelaşnîkof, gelek guleyên wan, wesayîteke ku doçka li ser e, 2 wesayîtên leşkerî û gelek roketavêjên B7 hatin desteserkirin.

Hate dîtin ku çeteyên windahiyên mezin didin, di ser sînorê Tirkiyeyê re reviyan.

Operasyonên YPG’ê yên li herêmê didomin.