35 şervan tevlî YPG’ê bûn
Li Efrînê 35 şervanên nû tevlî nav refên YPG bûn û dewreya xwe ya perwerdeyê bi dawî kirin.
Li Efrînê 35 şervanên nû tevlî nav refên YPG bûn û dewreya xwe ya perwerdeyê bi dawî kirin.
Li Efrînê 35 şervanên nû tevlî nav refên YPG bûn û dewreya xwe ya perwerdeyê bi dawî kirin.
Akademiya Şehîd Xebat a Leşkerî ya Kantona Efrînê dewreya perwerdeyê ku ji 35 şervanên nû tevlî nava YPG’ê bibûn bi dawî kir. Dewreya perwerdeyê 2 meh berê hatibû destpêkirin. Di dewreyê de dersên leşkerî û bîrdozî hatin dayîn.
Dewre bi merasîmekê bi bi dawî bû. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û piştre şervanan soz dan ku wê hate dawiyê parastina herêmê bikin. Di merasîmê de Fermandarê YPG’ê yê herêmê Hogir Feraşîn axivî û bal kişand ser rewşa dawî û êrîşên çeteyan a li ser Taxa Şêxmeqsûd a Helebê, her wiha da zanîn ku hêzên YPG’ê li Cizîrê û Kobanê jî destketiyên mezin bi dest xistine.
Di dawiya merasîmê de begeyên leşkerî li şervanan hatin belavkirin.