Li Kobanê 7 gundên din hatin rizgarkirin

Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat a Kantona Kobanê di çarçoveya operasyona rizgarkirina bajarê Girê Spî de 7 gundên li başûrrojhilatê Kantonê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat a Kantona Kobanê di çarçoveya operasyona rizgarkirina bajarê Girê Spî de 7 gundên li başûrrojhilatê Kantonê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

Navenda Çapemeniyê ya Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat a Kantona Kobanê bi daxuyaniyeke nivîskî ku li ser malpera wan a fermî weşandiye, ragihand ku wan di çarçoveya operasyona rizgarkirina bajarê Girê Spî de 7 gundên li başûrrojhilatê Kantonê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine. 

Di daxuyaniyê de wiha hate got: "Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat çalakiyên xwe li dijî çeteyên DAIŞ’ê û paqijkirina herêmê ji çeteyan didomîne. Bûrkan El-Firat piştî rojekê ji îlankirina operasyona rizgarkirina bajarê Girê Spî (Til Ebyed) li başûrrojhilatê Kantona Kobanê gelek gund ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin."

Li gorî daxuyaniyê gundên hatine rizgarkirin ev in: "Çiqor Xerbî, Çiqor Şerfqî, Derbteht Xerbî, Derbteht Şerqî, Mera Ser, Boz Hamo û Cirûd."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku hejmara ziyan û kuştiyên çeteyên DAIŞ’ê nehate zelalkirin û operasyon heta niha berdewam e.