Operasyonên YPG/YPJ'ê dewam dikin

Di operasyonên YPG/YPJ'ê yên li Kantonên Cizîr û Kobanê yên Rojavayê Kurdistanê gelek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û hejmareke zêde gund û nuqteyên stratejîk ji çeteyan hatin paqijkirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin roja xwe ya 25. de bi serketî berdewam dike.

Navendê diyarkirin ku operasyonên di çerçoveya merhaleya duyemîn a pêngavê de tên lidarxistin, li başûrrojavayê Serêkaniyê didomin û got, "Hêzên me şevê din li qadên rojavayê bajaroka Mebrûka operasyonek nû lidarxistin. Hêzên me piştî pevçûnên dijwar ên ku heta îro sihare berdewam kir, gundên Til Reman, Um Cirin, Biwedêr, Xirab Seyyar, çend gundikên biçûk, mefreqa Haylê û navenda Karebê ji çeteyan paqijkirin."

Navendê da xuyakirin ku hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyone de nehatiye zelalkirin, lê li qadê heta niha 2 kleş, 2 dîktîryof û gelek amûrên leşkerî hatine bidestxistin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê got, "Di vê operasyonê de 2 rêhevalên me yên ku bi lehengî şer kirin, gihîştin şehadetê."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şevê din li derdora gundê Rehaniye Beggara ya 30 km başûrê Serêkaniyê ye, di navbera hêzên YPG/YPJ'ê û komên çeteyan de pevçûnekî dem kurt qewimiye û hat destnîşankirin ku hêzên YPG/YPJ'ê bi aser komên çete yên amedekariya êrîşê dikirin de girtin û encam de 2 endamê çeteyan kuştin, term û çekên her 2 çeteyan hatin desteserkirin.

Navendê got, "Di van pevçûnan de rêhevalekî me bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê."

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku di roja 258. a berxwedana Kobanê de hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li rojhilatê Kobanê operasyonek nû lidar xistin. 

Li gorî daxuyaniyê, di encama operasyonê de ku hêzên Bûrkan El Firatê ku yek jî pêkhateya Artêşa Azad e jî tevlî dibû 9 gundên bi navê Çortenek, Tozinç, Mizxanê Mezin, Mereser, Çukurî ya rojhilat, Derbêtehit a mezin, navîn û biçuk û girê Merêser ji çeteyan hat paqijkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin. Li qadê, operasyon û xebatên lêgerîne ya hêzên me berdewam dike.

Rêhevalekî me û şervanekî Bûrkan El Firat ên ku di serketina operasyonê de roleke girîng dilîstin gihîştin şehadetê."

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê wekî din ragihand ku şevê din li başûrrojhilatê Til Berakê êrîşekê rû da û got, "Di navbera hêzên me û komên çeteyên ku gundên Hiweyş û Til Haydar kiribûn hedef de pevçunên dijwar rû daye. Hêzên me 2 êrîşê çeteyan ên ku li dû hev lidarxistin şikandin û qasî hat zelal kirin 8 endamên çeteyan kuştin, hejmarek zêde çete jî birîndarkirin.

Hêzên me li vê qadê 5 mayînên bi destan hatine çêkirin, cebilxaneyên çekên cûr be cûr û amûrên leşkerî bi destxistin. Li qadê xebatên legerînê berdewam dikin."