Di şewata Navenda Tenduristiyê de 23 kesan jiyana xwe ji dest da
Di encama şewata navenda tenduristiyê ya Taxa Meyselûn a Qamişlo de 9 zarok, 13 jin bi giştî 23 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Şewat îro saet li derdoar 11.30’î li avahiya Navenda Tenduristiyê ya li Taxa Meyselun ku ji 7 odeyan pêk tê derket. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin agir ji ber tûpê gazê yê li mitbexê teqiya û şewat derket. Bi şewatê de tûpên oksîjenê jî teqiyan, lewma şewat li tevahiya avahiyê belav bû. Piştî ku şewat hemû avahî dorpêç kir, depoya mazotê ya li ser banê avahî jî teqiya.
Ji kesên jiyana xwe ji dest dane yên navê wan hatine zanîn wiha ne:
Xufran Mewlûd El-Mexribî (doktora diranan)
Emîra Xidir (hemşîre) û keça wê Meryem Şekîb Osman
Sevgîn Amir (nexweş)
Olvar Mihyedîn (2 salî ye)
Cîhan Umer (hemşîre)
Wedha Nezîr (hemşîre)
Gulîzar Mihemed Elî Iko (hemşîre)
Husên Emîn (8 salî ye)
Şamîran Emîn (nexweş)
Yasmîn Mehmûd Silêman (33 salî ye, nexweş e)
Tariq Zahir (nexweş)
Senai Ibrehîm (hemşîre)
Nîhad Ebûd (hemşîre)
Zozan Sîno (hemşîre)
Di avahiyê de nêzî 50 kesî hebûn û di encama şewatê gelek kesan jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên Selam, Nûr, Nafiz, Wetenî û Rehmê yên li Qamişlo.