Bi keda destan jiyaneke nû tê avakirin
Êzidiyên li Şengalê dijîn, jiyanê ji nû ve ava dikin. Tevî mercên zehmet jî Êzidiyên di binê konan de dijîn, bi biryardarî li ser Çiyayê Şengalê dijîn.

Êzidiyên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin, tevî êrîşên li wan hatin kirin jî, jiyana xwe ya li Şengalê dewam dikin. Tevî gelek zor, zehmetî û tinebûnê jî, Êzidî ji rûdana komkujiyê û vir ve li Çiyayê Şengalê dijîn.
Şengaliyên li binê konan dijîn, ji bo derfetên jiyanê zêde bikin di nava hewldaneke berfireh de ne. Yek ji van Şengaliyan jî Qasim Kawal e. Kawal diyar kir ku ew ê ti carî Şengalê neterikîne û eger pêwîstî pê hebe ew ê li derve bê kon bijî û got, "Çeteyên DAIŞ'ê ne tenê gelê me qetil kir; hêvî û xeyalên me, kêfxweşiya me qetil kirin."
Kawal got, "Em mirov in û li vir mirovahî hatin qetilkirin" û anî ziman ku yên ev dîtine û bêdeng mane, bi awayekî sergirtî destek dane terorîstan. Kawal diyar kir ku ew ê ti carî dest ji hêviyên xwe bernedin û eger pêwîstî pê hebe ew ê li Şengalê ji axê bi destê xwe xaniyan çêbike û jiyana xwe bidomîne. Kawal got, "PKK li vê derê ji me re bû hêvî. Bû wesîle ku em xwe li jiyanê bigirin, ji nû ve bibin xwedî kêfxweşî û hêviyên hatin qetilkirin. Em di binê konan de dijîn û bi keda xwe re hewl didin tiştekî bikin."
Kawal li ber kon, tenûrekê çê dike. Kawal dibêje, "Di vê rewşê de jî em ê nebin hewcedarê kesî."