Li Înnsbruckê bîranîna 'Şehîdên Meha Gulanê'

Li Însbruckê 'Şehîdên Meha Gulanê' bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Li Însbruckê 'Şehîdên Meha Gulanê' bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Li bajarê Awûstûrya Înnsbruckê, ji bo 'Şehîdên Meha Gulanê' çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin. Bîranîna li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi organîzeya Ciwanên Azad ên Tîrolê pêk hat û tevî pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, gelek kes beşdar bûn.

ÇÎROKÊN WAN HATIN VEGOTIN

Di bîranînê de çîrokên jiyan û têkoşîna ji pêşengên PKK'ê Hakî Karer, Halîl Çavgûn, Mehmet Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgîn, Çaran ên li zîndana Amedê bedena xwe dan ber agir, ji tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya û Denîzan hatin vegotin.

Di axaftinên li bîranînê de dilsoziya bi bîranîna cangoriyan hat bilêvkirin û hat destnîşankirin ku têkoşîna wan wê bi serketinê tacîdar bibe.

...