Xwîn çû ser mejiyê Gultekîn ê rastî êrîşa cerdevanan hat

Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Hîzanê Abdulkerim Gultekîn ku li gundika Serosa Xezxerê rastî êrîşa cerdevanên gundan a bi bêran hat, bi giranî birîndar bû. Xwîn çû ser mejiyê Gultekîn û ji Sêrtê sewqî Êlihê kirin.

Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Hîzanê Abdulkerim Gultekîn ku li gundika Serosa Xezxerê rastî êrîşa cerdevanên gundan a bi bêran hat, bi giranî birîndar bû. Xwîn çû ser mejiyê Gultekîn û ji Sêrtê sewqî Êlihê kirin.

Rêveber û endamên HDP'ê dema li mezraya Serosê ya gundê Qalê yê Xezxêrê ya Sêrtê xebatên hilbijartinê dimeşandin, rastî êrîşa cerdevanên gund hatin. Namzetê HDP'ê yê Sêrtê Îsmail Aydın, Namzetê HDP'ê yê Bedlisê M. Celadet Gaydal û endamên HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn gundê Qelê yê Navçeya Xezxêrê ya Sêrtê. Di êrîşê de Hevserokê HDP'a Hîzanê Abdulkerim Gultekin ji serê xwe bi giranî birîndar bûn. Cerdevanan bi çekan û bêran êrîş kir û Gultekin bi darbeya bêrê bi giranî birîndar bû. Gultekîn ku bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Hat zanîn ku xwîn çu ser meşiyê Gultekin. Li ser vê yekê Gultekin rakirin Nexweşxaneyê ya Dunya ya Êlihê.

Namzetê HDP'ê yê Sêrtê Îsmaîl Aydin, li ber deriyê nexweşxaneyê daxuyanî da û diyar kir ku li gel Namzetê HDP'ê yê Bedlisê M. Celadet Gaydal û Hevserokê HDP'ê yê Hîzanê Abdulkerim Gultekin bi karkerên înşaetê û welatiyan re hevdîtin pêk anîn. Aydin, anî ziman ku kesê bi navê Muzaffer çêr ji wan re kir û xwestin aloziyan derxin. Piştî wan xwest wî aram bikin rastî êrîşa bi bêran hat. Di êrîşa bi bêran de Abdulkerim Gultekin bi giranî birîndar bû. Hin jinan jî bi çekan hatin ser me. Piştî vê aloziyê em ji gund veqetiyan."

Piştî demekê welatî li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê kom bûn.