Ji bo şervanê YPG'ê Tûtçî merasîma girseyî
Şervanê YPG'ê Azad Tûtçî (Rêber Amed) ê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Amedê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Şervanê YPG'ê Azad Tûtçî (Rêber Amed) ê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Amedê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Şervanê YPG'ê Azad Tûtçî (Rêber Amed) ê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Amedê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Azad Tûtçî (Rêber Amed) ê ku di 29'ê Gulanê de li gundê Bîr Ereb ê Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da duh ji Deriyê Sînor ê Murştîpinarê hat wergirtin û ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.
Piştî karên otopiyê cenazeyê Tûtçî anîn Amedê. Cenazeyê Tûtçî li pêşiya bajarê Amedê ji aliyê welatiyan ve hate pêşwazîkirin û birin mizgefta Goristana Yenîkoyê. Cenazeyê Tûtçî serê sibehê bi merasîmekê li Goristana Yenîkoyê hate definkirin.
Hevserokê Rêxistina DBP'a yê Amedê Alî Şîmşek, Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Omer Onen, rêvebirên MEYA-DER, DÎAY-DER'ê, nûnerên YNK'ê, malbata Tûtçî û bi sedan welatî tevlî merasîma cenaze bûn.
Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Tûtçî ji aliyê welatiyan ve hate wergirtin û bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana YPG-YPJ'ê" û "Bijî berxwedana Kobanê" û wêneyên Tûtçî birin goristanê. Piştî karên definkirinê bi dawî bû rêzgirtin pêk hat. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amed Alî Şîmşek axivî û diyar kir ku helwesta cangoriyan, helwestek dîrokî ye û ev dîrok wê heta bigihije armanca xwe bidome û got: "Ciwanên kurd bi canê xwe dijmin ji axa kurdan derxistin."
Namzeta HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan jî diyar kir ku heta ciwanên wekî Azad Tutçî hebin, wê çeteyên DAIŞ'ê û piştgirê wan nagihijin armanca xwe û got: "Hemû kes baş dizane şehîdên şoreşê nemir in û her tim di dilê gel de dijîn."
Birayê şervanê YPG'ê Tûtçî Cîhan Tutçî jî da zanîn ku wan navê birayê xwe Azad danî û birayê wî jî li gorî wateya navê xwe ji bo azadîya welatê xwe canê xwe feda kir û wiha got: "Ew tenê ne şehîdê me ye şehîdê hemû Kurdistanê ye. Serê gelê Kurdistanê sax be."
Endama Heyeta YNK'ê jî helbest ji bo Azad Tûtçî (Rêber Amed) xwend.
Piştî axaftinan, girse çû Mala Şînê ya Hezroyiyan a li navçeya Rezana Amedê û sersaxî ji malbatê re xwest.