'Em ruhê 1'ê Hezîranê mezintir bikin'

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, bi wesîleya 11. salvegera Pêngava 1'ê Hezîranê daxuyaniyek da û banga xurtkirina ruhê Hezîranê kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, bi wesîleya 11. salvegera Pêngava 1'ê Hezîranê daxuyaniyek da û banga xurtkirina ruhê Hezîranê kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, bi wesîleya 11. salvegera Pêngava 1'ê Hezîranê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Fermandariyê got, "Li dijî konsepta tinekirinê ya Komploya Navneteweyî ku di şexsê Rêbertiya me de li hemberî gelê Kurd hat meşandin, ji ber encamnedayîna hemû hewldanên siyasî, bi pêşengiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê Pêngava 1'ê Hezîranê ya dîrokî hat destpêkirin. Em salvegera 11. a vê pêngavê di serî de li malbatên me yên şehîdan ên giranbuha, li tevahiya gelê me yê welatparêz pîroz dikin. Di şexsê şehîdên me rêhevalên Erdal, Şîlan, Viyan, Adil, Nûda, Rustem, Çîçek, Elîşêr, Celal, Xebat, Huseyîn, Mehmet, Rojîn, Kerîm, Reşît, Nûman û Sara yên di danîna hîmên vê pêngava dîrokî û bi serxistina wê de kedeke mezin dan, hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi serketinê tacîdar bikin."

'PÊNGAVA 1'Ê HEZÎRANÊ DEMEKE NÛ YA BERXWEDANÊ DA DESTPÊKIRIN'

Fermandariyê got, "Pêngava dîrokî ya 1'ê Hezîranê ku di dîroka têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de rola Pêngava 15'ê Tebaxê ya duyemîn dilîze, di pêvajoya azadiyê ya gelê Kurd de demeke nû ya berxwedanê daye destpêkirin" û bal kişand ser van xalan:

"Pêvajoya têkoşînê ya nû ya hat destpêkirin, bersiveke girîng da pêvajoya tinekirinê ya ku dewleta Tirk a bi desteka hêzên komploker ên navneteweyî ferz dikir. Di heman demê de bû sedem ku hêviyên çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê ku Rêbertiya me ji sala 93'an û vir ve dimeşîne ji nû ve ava bibe, hîmên bingehîn ên avakirina sîstema KCK'ê werin danîn û zemînê derfetên pêkhatina paradîgmaya Rêbertiyê afirand. Têkoşîna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya li çiyê û serhildanên gelê Kurd ên li bajêr bi ruhê 1'ê Hezîranê re gihîştin hev û di sala 2012'an de di pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî de derket asta herî bilind. Ruhê 1'ê Hezîranê ne tenê bûye zemînê van hêviyan, di heman demê de ji aliyê pratîkî ve dewleta Tirk kişandiye ser maseyê. Her çend, ji ber hesabên siyasî hêzên mêtînger hewl didin îro vê maseyê hilweşînin jî, aşkera ye ku ji her alî ve serketiyên vê pêvajoyê Rêber Apo û gelê Kurd e.

Ruhê Pêngava 1'ê Hezîranê ne tenê hunera şer û kûrbûna taktîkî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi pêş xistiye, di heman demê de, hêzên parastinê û gelê Rojava yê li ser bingeha heman ruhî têdikoş in, bi performansa xwe ya parastinê re nîşan dane ku êrîş ji ku tê bila were, dikarin li hemberî hemû êrîşan bi awayekî serketî xwe biparêzin. Li dijî êrîşên herî hovane yên çeteyên DAIŞ'ê ku nuqteya dawî ya pavşerûtiya cîhanê ye, li Kobanê, Şengalê, Mexmûr, Kerkûk û gelek navendên Kurdistanê Kurdan li ber xwe dan. Ev rastiya berxwedêr a Kurdan, ji hemû gelên tên binpêkirin û bi tinebûnê re rû bi rû ne, bûye ronahiya hêviyê.

'GERÎLAYÊN ME SALA 12. A PÊNGAVÊ LI SER BINGEHA KÛRBÛNÊ PÊŞWAZÎ DIKIN'

Bi kurtasî di pêvajoya 11 salan de, di bingeha pêşketinên gelê Kurd de ruhê lehengiyê yê Pêngava 1'ê Hezîranê û rastiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên li ser bingeha vê pêngavê têdikoş in, hene.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê sala 12. a Pêngava 1'ê Hezîranê, bi Pêvajoya Ji nû ve Avakirinê ya li ser bingeha şiyara 'Em e ne weke berê bijîn, ne jî weke berê şer bikin', bi kûrbûna gerîlatiya profesyonel a serdema nû, pêşwazî dikin."

Fermandariyê, di salvegera 11. a Pêngava 1'ê Hezîranê de bang li ciwanên Kurdistanê yên welatparêz kir ku tevlî nava refên gerîla bibin, ruhê 1'ê Hezîranê mezin bikin û got, "Di vê sala nû ya têkoşînê de em ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê re serketinê dixwazin."