‘Divê kes nebe amûrên êrîşên provokatîf’
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, diyar kir di encama êrîşa provokatîf a li herêma Kizilkent a li pişt gundê Derelîk a bajarê Selmasê pêk hatiye, gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, diyar kir di encama êrîşa provokatîf a li herêma Kizilkent a li pişt gundê Derelîk a bajarê Selmasê pêk hatiye, gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, da zanîn li herêma Kizilkent a li pişt gundê Derelîk a girêdayî bajarê Selmasê, dema ku yekîneya gerîlayan a ji du kesan di nava tevgerê de bû, komek derketiye pêşberî wan û gule barandine, gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Ev êrîş kê kiribe bila kiribe, aşkera ye li pey provokasyonan e” û wiha dewam kir: Dibe ku ev hêzên kontra bin jî, hêzên cudatir bin jî. Eger têkiliyeke PDK-Î bi vê êrîşa provokatîf re nîn be pêwîst e vê aşkera bi raya giştî re parve bike. Di vê êrîşa nemerd de em hêvîdar in tiliya ti hêzên Kurdistanî tine be. Ji aliyê me ve tê zanîn ku dewleta Îranê jî serî rêbazên wiha yên provokatîf dide. Lê di van rojên ku atmosfer tevlihev e, ne diyar e kê ev bûyer pêk aniye. Di vê pêvajoya hesas de ji bo zelalkirina bûyerên wiha û pêşiya hewldanên provokatîf bê girtin pêwîst e hemû hêzên Kurdistanî yên welatparêz, bi berpirsyar tevbigerin û helwesta aşkera deynin holê.”
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ku di salên dawî de, di serî de hêzên mêtinger û hinek hêzên ku li ser Kurdistanê berjewendiyên wan hene û hevkarên wan, bi awayekî cidî ketine nava fikaran û ji pêşketinê nerehet bûne. Bi taybet jî di van rojên girîng ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rojevê de ne, hêzên ku li dijî pêşketina têkoşîna azadî û pêngavên mezin, tehemul nakin, serî li gelek hewldanên provokatîf didin.
Wek hewldanên provakatîf ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tên jiyîn, li dijî tevgera me ya azadiyê jî li parçeyên din ên Kurdistanê provokasyonên cuda tên meşandin û hewl tê dayîn dîmena ku ‘di navbera Kurdan de şerê navxweyî tê jiyîn’ nîşan bidin.
Herî dawî di 27’ê Gulanê de saet li dora 5’an de li herêma Kizilkent a pişt gundê Derelîk a bajarê Selmasê ya Rojhilatê Kurdistanê, li dema yekîneya me ya gerîlayan a ji du kesan di nava tevgerê de bûn, komeke çekdar derdikeve pêşiya wan û bi Soranî axivîne û xwe wek PDK-Î dane nasîn û hevalê me gulebaran kirine. Di ecama gulebaranê de pevçûna derketiye de hevalê me Welat Embî (Burhan Yakut) şehîd ketiye û hevalê me yê din jî birîndar bûye. Hejmara kuştiyê wan jî hîna zelal nebûne.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Ev êrîş kê kiribe bila kiribe, aşkera ye li pey provokasyonan e” û wiha dewam kir:
Dibe ku ev hêzên kontra bin jî, hêzên cudatir bin jî. Eger têkiliyeke PDK-Î bi vê êrîşa provokatîf re nîn be pêwîst e vê aşkera bi raya giştî re parve bike. Di vê êrîşa nemerd de em hêvîdar in tiliya ti hêzên Kurdistanî tine be. Ji aliyê me ve tê zanîn ku dewleta Îranê jî serî rêbazên wiha yên provokatîf dide. Lê di van rojên ku atmosfer tevlihev e, ne diyar e kê ev bûyer pêk aniye. Di vê pêvajoya hesas de ji bo zelalkirina bûyerên wiha û pêşiya hewldanên provokatîf bê girtin pêwîst e hemû hêzên Kurdistanî yên welatparêz, bi berpirsyar tevbigerin û helwesta aşkera deynin holê.
Divê bê zanîn ku ev lîstikên dijmin, dema tevayî hêzên welatparêz û gelê me bi hestyar tevbigerin û bi berpirsyarî nêz bibin wê vala bên derxistin û girîng e ku ti hêzên Kurdistanî nebin amûrê provokasyonên wiha. Di van rojên ku di nav gelê Kurdistanê de destjêbernedana yekîtiya demokratîk a neteweyî bi awayekî xwe dide ferzkirin, bi berpirsyar nêzîkatiya tevayî aliyên welatparêzin û ji bo zelalkirina bûyerên rû dane hewl bidin xisûseke girîng e.
Em bang li tevayî gelê me, hêzên welatparêz ên demokratîk dikin ku li hember van hewldanên provokatîf hişyar bin û têkoşînê hê zêdetir pêş bixin.”
Nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest daye wiha ye:
Burhan Yakût ê bi nasnav Welat Embî li Wanê ji dayik bûye. 27’ê Gulana 2015’an li Selmas jiyana xwe ji dest daye.