Li Şengalê 5 çete hatin kuştin
Li Şengalê di çalakiyên navbera 28-30'ê Gulanê de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Li Şengalê di çalakiyên navbera 28-30'ê Gulanê de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê, der barê çalakiyên dawî yên li Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya HPG/YBŞ'ê de ev agahî bi raya giştî re hat parvekirin:
"Di êvara 28'ê Gulanê saet di navbera 21:00 û 22:00 de, hêzên me yên gerîla li hemberî girekî li bakurrojavayê Şengalê yê çeteyên DAIŞ'ê lê bûn, çalakî pêk anîn. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.
Di 29'ê Gulanê saet di 17:30 de li hemberî çeteyên li derdora taxa Sûka Jêr gerîlayên me çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di vê çalakiyê de jî çeteyek hat kuştin.
Di 30'ê Gulanê saet di 16:30 de li derdora girê Şehîd Erdal, saet di 21:00 de jî li derdora taxa Sîttî Zeynebê, hêzên me yên berxwedanê du çalakiyên sûîqestê lidar xistin. Di encama van çalakiyan de 2 çete hatin kuştin."
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 28, 29 û 30'ê Gulanê de li derdora girê Şehîd Erdal, taxa Sîttî Zeynep, Taxa Minare û navenda Şengalê, balafirên koalîsyonê 14 caran li nuqteyên çeteyan xistin.