Tevgera Goran ji bo destekkirina HDP'ê hat Amedê
Heyeta Goran a ji Başûrê Kurdistanê, ji bo destekkirina HDP'ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de rêxistina HDP'ê ya Amedê ziyaret kir. Heyet wê du rojan tevlî xebatên HDP'ê bibe.

Rojên bihurî heyeta YNK'ê ya ji 42 kesan pêk dihat ji bo piştgiriyê bide HDP'ê hatibû Amedê û tevlî xebatan bibû. Piştî vê yêkê heyeta Tevgera Goran jî ji Başûrê Kurdistanê hate Amedê. Di nava Heyeta Goran de Parlementera Herêma Federal a Kurdistanê Êvar Îbrahîm jî heye û ji bo piştgiriyê bide xebatên hilbijartinê HDP'a Amedê ziyaret kir. Namzetên HDP'ê yên Amedê Nûrsel Aydogan û Feleknas Ûca û rêveberiyên HDP'ê yên Amedê heyet pêşwazî kirin. Di ziyaretê de Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Omer Onen diyar kir ku ji ber ziyaretê gelek kêfxweş in. Onen anî ziman ku hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji bo gelê Kurd gelek girîng e û bi ruhê yekîtiya neteweyî xebatên hilbijartinê dikin.
Ji Heyetê Parlementer Êvar Îbrahîm jî diyar kir ku ew ji bo tevkariyê bidin xebatên hilbijartinê ji Başûrê Kurdistanê hatin û ji ber li Başûrê Kurdistanê sindoq nehatin danîn welatiyan deng ji bo hilbijartinên Tirkiyeyê bikar neanîn. Îbrahîm bang li Tirkiyeyê kir ku li Başûrê Kurdistanê sindoqên dengan deyne.
Endamê Meclîsa Şaredariya Silêmaniyeyê Şêrko Heme Emîn metna 225 rêveberên Tevgera Goran ên piştgiriyê didin HDP'ê îmza kirin pêşkêşî rêveberên HDP'ê kir û anî ziman ku ew ê di xebatên hilbijartinê de li cem HDP'ê cih bigirin. Namzeta HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca jî diyar kir ku beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê ya wê pêşeroja gelê kurd diyar bike ziyaretekî wisa hêz da wan û wiha got: "Eger gelê kurd bi ruhê Şengal û Kobanê têkoşînê bimeşîne wê bigihije serketinê. Yekîtiya Kurdan wê ji hêzên dixwazin kurdan tine bikin re bibe bersiveke mezin."
Heyeta Goran wê du rojan li Amedê bimîne û tevlî xebatên hilbijartinê bibe.