40. salvegera damezrandina YNK'ê li Stockholmê hat pîrozkirin
40. salvegera damezrandina YNK'ê ya ji aliyê Celal Talabanî ve bingeha wê hat danîn, li paytexta Swêd Stockholmê bi merasîmeke bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê hat pîrozkirin.
ANF
STOCKHOLM
duşem, 1 pûşperê 2015, 07:26
40. salvegera damezrandina Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) a ji aliyê Celal Talabanî ve bingeha wê hat danîn, li paytexta Swêd Stockholmê bi merasîmeke bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê hat pîrozkirin.
Salona pîrozbahiyê bi alên YNK'ê, wêneyên mezin ên Celal Talabanî hat xemilandin. Nûnerên partî û rêxistinên Kurdan ên beşdarî pîrozbahiyê bûn, di axaftinên xwe de bal kişandin ser qewimînên li Kurdistanê û girîngiya yekbûna Kurdan a li dijî çeteyên DAIŞ'ê.
Di pîrozbahiyê de ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê find hat pêxistin. Berpirseyarê Têkiliyên Derve yê YNK'ê Salih Pîre di axaftina xwe ya li vir de helwesta artêşa Iraqê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe nade rexne kir û bibîr xist ku çeteyên DAIŞ'ê bi hezar kesî êrîşî Mûsilê kirin û artêşa Iraqê bêyî li ber xwe bide bajar terikandiye. Pîre da xuyakirin ku her çend gerîla û pêşmergeyan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke biryardar nîşan dane jî koalîsyona bi pêşengtiya DYA'yê, çek ji Hikûmeta Iraqê re şandiye.
Pîre da zanîn ku her çend di destê artêşa Iraqê de çekên gelekî pêşketî hene jî li hemberî DAIŞ'ê nikare bikar bîne û ji welatên Rojavayî xwest ku alîkariya çekan yekser bidin Kurdan.
Pîre di dewama axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîn 40 salî ya YNK'ê û anî ziman ku YNK ji bo wekheviya jin-mêr ketiye nava hewldanan, di encama van hewldanan de yek ji sê parên parlamenterên Parlamenta Iraqê û yek ji sê walî û qeymeqaman jin in.
Nûnerê PYD'ê yê Swêdê Şiyar Elî jî da xuyakirin ku di sala 1975'an de ku Kurd li zexteke giran rast dihatin, avabûna YNK'ê hêvî daye gelê Kurd û destnîşan kir ku wan ji têkoşîn û tecrûbeyên YNK'ê ders derxistine.
Elî da zanîn ku li Rojhilata Navîn berxwedana herî bi biryar a li dijî çeteyên DAIŞ'ê û cîhadparêzan Kurdan nîşan dane û ragihand ku berxwedana bi hev re ya gerîla û pêşmergeyan a li Şengal, Başûr û Rojavayê Kurdistanê hêvî daye Kurdan û hindikahiyên din.
Di pîrozbahiyê de şekir li beşdaran hat belavkirin û partî û komên din ên Kurdistanî yên beşdarî pîrozbahiyê bûn, bi peyamên xwe re 40. salvegera damezrandina YNK'ê pîroz kirin.