Kalkan: Di nava gelên Kurd û Fîlîstînê de biratiya şer ava bû

Kalkan berxwedana PKK'ê ya li dijî dagirkeriya 2'ê Hezîrana 1982'an a Îsraîlê ya li hemberî Lubnanê nirxand. Kalkan got, "Têkoşîna gelê Fîlîstînê têkoşîna me ye" û diyar kir ku ew dixwazin pirsgirêk bi rêyên demokratîk çareser bibe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan berxwedana PKK'ê ya li dijî dagirkeriya 2'ê Hezîrana 1982'an a Îsraîlê ya li hemberî Lubnanê nirxand. Kalkan destnîşan kir ku berxwedanê rê li ber biratiya gelên Kurd û Fîlîstînê vekiriye û got, "PKK a ku li zîndanan û li derveyî welat bi lehengî li ber xwe da, xwe gihan Pêngava 15'ê Tebaxê." Kalkan diyar kir ku ew têkoşîna gelê Fîlîstînê weke têkoşîna xwe dibînin û anî ziman ku ew dixwazin pirsgirêk bi rêyên demokratîk çareser bibe.

Kalkan da xuyakirin ku dagirkeriya Îsraîlê ya li hemberî Lubnanê ya 2'ê Hezîrana 1982'an di nava konjontureke bi vî rengî de pêk hatiye:

"Destpêka salên 1980'ê mîna destpêka salên 1990'î ji bûyerên gelekî girîng re şahidî dikir. Di vê demê de guhertinên cidî pêk hatin. Li Tirkiyeyê di 12'ê Îlona 1980'yî de darbeya leşkerî pêk hat, artêşê dest danî ser rêveberiyê. Di 19'ê Îlona 1980'î de dewleta Iraqê êrîş kir û şerê Iraq-Îranê yê 8 salan dewam bike, destpê kir. Beriya wê di Sibata 1979'an de li Îranê Şoreşa Îslamî pêk hatibû û rêveberiyeke nû ya Îslamî derdiket holê.

Ev bûyer hemû li herêma Rojhilata Navîn bûyerên girîng û xwedî bandor bûn. Di heman demê de bûyerên pêwendiya xwe bi pevçûna global jî hebûn. Li cîhanê blokbûyîna DYA-Yekîtiya Sowyetan di asta herî tûj de bû. Têkoşînên li her qadên cîhanê, yekser bi vê blokbûyînê ve girêdayî bûn. Bi kurtasî pevçûna DYA-Sowyetan a li cîhanê bandoreke mezin li herêma Rojhilata Navîn dikir. Di heman demê de nakokiyên herêmî jî li ser vê bingehê kûr dibûn û vediguherîn pevçûnan.

Dagirkeriya 2'ê Hezîrana 1982'an a Îsraîlê ya li hemberî Lubnanê di rewşeke bi vî rengî ya pevçûnî de rû da. Dagirkeriya Îsraîlê ya li Lubnanê, ji aliyê esasî ve êrîşek li hemberî Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê bû. Ji ber ku Îsraîlê Fîlîstîn dagir kiribû, gel û hêzên rizgariya Fîlîstînê jî li welatên Ereb ên cîran belav bûbûn. Di serî de li Misir, Urdun, Sûriye û Lubnanê li gelek welatên Ereb kampên penaberan ên Fîlîstînê çêbûbûn.

Ji van kampan a herî mezin li Lubnanê bû. Tevgerên ser bi Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê li van kampan xwe bi xurtî birêxistin kiribûn. Her wiha ji ber şerê navxweyî yê li Lubnanê rewşa dewleta navendî parçe bûbû û gelek rêveberiyên herêmî derketibûn holê. Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê ev rewş nirxand, rêxistinbûyîna gerîla bi pêş xist û hin ji herêmên Lubnanê xist bin kontrola xwe. Bi vî rengî gelê Fîlîstînê birêxistin dikir û ji sînorê Lubnanê li hemberî Îsraîlê têdikoşiya. Bi giranî i hemberî navenda Îsraîlê çalakiyên fedaî û ji sînor jî bi hêza teknîkê çalakî li hemberî Îsraîlê lidar dixist. Bê guman ev rewş berxwedaneke leşkerî ya bi sînor bû. Lê belê ev yek bi tena serê xwe têrê dikir ku zerarê bide dewleta Îsraîlê.

Dagirkirina Lubnanê di 2'ê Hezîrana 1982'an de di nava van şert û mercan de weke dewama têkoşînê pêk hat. Ji xwe berê jî artêşa Îsraîlê kmapên Fîlîstîniyan ên li Lubnanê, bi balafiran û topan bombebaran dikir."

Kalkan da xuyakirin ku Rêbertiya PKK'ê ji bo derfetên perwerdeya leşkerî bikar bîne, di Tîrmeha 1979'an de derbasî qada Sûriye-Lubnanê bûbû û bi rêxistinên ser bi Tevgera Rizgariya Fîlîstînê re têkilî danî bû. 

Kalkan diyar kir ku Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê li hemberî dagirkeriya ji bejahî ya artêşa Îsraîlê ya li Lubnanê, nekarî berxwedaneke bi bandor nîşan bide û anî ziman ku êrîşên berê yên artêşa Îsraîlê bandoreke cidî ya psîkolojîk li ser Fîlîstîniyan kiribûn.

Kalkan da xuyakirin ku Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê ne li benda dagirkeriyeke bi vî rengî bû û got, "Lewma zêde amade jî nebûn. Ji ber vê yekê berxwedaneke bi bandor nîşan nedan, belav bû û xwe vekişandin. Artêşa Îsraîlê di nava rojekê de ji sînor ket hundir û dor li Beyrûdê girt. Ev yek jî dihat wateya belavbûna hêzên gerîla yên Fîlîstînê û derbxwarina rêxistinbûyîna gel. Di rewşeke bi vî rengî de hin hêzên ji gelên cuda ji bo perwerdeyê hatibûn, hebûn. Di nava van de hêzên PKK'ê xwedî cihekî girîng bûn. Li bajarên sînor ên weke Sayda, Nebatiye û Sûrê, hêzeke girîng a PKK'ê hebû û li her cihê êrîş lê rû da, hêzên PKK'ê bi awayekî aktîf li ber xwe dan. Di pevçûnên li hemberî artêşa Îsraîlê de, şehîd dan û hin endamên PKK'ê dîl hatin girtin. Di nava hêzên xwe vekişandin de hêza herî dawî ya xwe vekişand bû. Hêzên PKK'ê weke milîtanên partiyê, li gorî gerîlayên Fîlîstînê hîn bêhtir ji aliyê îdeolojîk û rêxistinîve bi perwerde û dîsîplîn bûn. Di heman demê de li dijî komkujî û îşkenceya rejîma 12'ê Îlonê li gelê Kurdistanê dikir, bi hêrs bûn.Ji bo perwerde û tevlîbûna li berxwedana Fîlîstînê li wir bû û eger pêwîstî pê hebûya amade bû tevlî şer bibûna. Fîlîstîniyan ev rewşa milîtanên PKK'ê didîtin û girîng didan wan. Lewma dixwestin, di rewşeke gengaz a dagirkeriya Îsraîlê de, PKK'yî li refên herî pêş bin. Li ser vê bingehê, li dijî êrîşên dagirkeriyê PKK'yî li her cihê lê bûn li ber xwe dan û wezîfeya xwe bicih anîn. Dostaniya Fîlîstîn û Kurdistanê û biratiya gelên Kurd û Fîlîstînê di nava şerekî bi vî rengî de, li eniya şer bi pêş ket."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Di nava berxwedana Fîlîstînê ya sala 1982'an de hêzên PKK'ê bi giştî 11 şehîd dan. Şehîdê me yê destpêkê hevalê Abdûlkadîr Çûbûkçû yê ji Êlihê bû. Li kampeke li Beyrûdê, di 1'ê Gulana 1982'an de di êrîşeke hewayî de şehîd ket. Di dema dagirkeriya Îsraîlê ya 2'ê Hezîranê de jî li Rojhilatê Lubnanê 2, li li Qeleha Argon a lubnanê (Herêma Nebatiye) jî 8 hevalên me şehîd ketin."

Kalkan diyar kir ku weke tevgerê, wan di pêvajoyeke bi vî rengî de perwerdeya xwe ya leşkerî temam kirine û got, "Me bi hevrêtî û biratî destek dan berxwedana Fîlîstînê. Me biratiya gelên Kurd û Fîlîstînê li ser vê bingehê ava kir û xurt kir. Em ji Fîlîstînan gelek tişt girtin û hînê jî bi rêzdarî em wan dinirxînin. Me her tim bi rûmetdarî anîn ziman ku gerîlayên Kurdistanê di nava tecrûbeya Fîlîstînê de derketine holê. Em bawerin ku bi vê berxwedanê re me gelek tişt dane Fîlîstîn û gelê Ereb û ew jî vê dinirxînin. Em hînê rewş û têkoşîna gelê Fîlîstînê dişopînin û weke têkoşîna xwe dibînin. Em dixwazin pirsgirêka Fîlîstînê li ser bingeha demokrasiyê çareser bibe û gelê Ereb û gelê Yahûdî di nava biratiyê de bijîn."