YPG’ê nasnameya 3 şervanan aşkera kir

Nasnameyên 3 şervanên YPG’ê yên di pevçûnên rojavayê Kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane, hatin aşkerakirin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya sê cangoriyan aşkera kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Berxwedana hêzên me YPG/YPJ’ê ya li dijî komên çete yên DAIŞ’ê bi hemû hêza xwe dewam dike û serketinên mezin bi xwe re tîne. Ew jî bi saya îradeya ji pola û ruhê fedayî yên yekîneyên me û gelê me yê berxwedêr û welatperwer e. Di vê berxwenê de 3 rêhevalên me bi fedayîtî û qehremantiyeke mezin şer kirin û gihiştin asta şehadetê.

Em wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dibêjin ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê şopdarên rêya şehîdan bin û sersaxiyê ji tevahî malbatên şehîdan re dixwazin.”

Nasnameya şervanan wiha ye:

Misedîq Mihemed ê bi nasnav Rohat Kobanê li Kobanê ji dayik bûye, 30’ê Gulana 2015’an li Xirib Aliya/santrala elektrîkê jiyana xwe ji dest da.

Hîva Ujdel ê bi nasnav Şoreş Şepol li Serdeşt ji dayik bûye. 24’ê Gulana 2015’an li Serêkaniyê/gundê Ebû Şexat jiyana xwe ji dest da.

Ebdullah Qasim ê bi nasnav Taylan Pîr li Serdeşt jidayik bûye. 22’ê Gulana 2015’an li Serêkaniyê/Mebrûka/gundê Ebû Şexat jiyana xwe ji dest da.