Êrîşên bombeyî li Stenbol û Semsûrê hatin protestokirin

Êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê, li ser banga bi rêya înternetê li Stenbolê û Semsûrê bi çalakiyan hatin protestokirin.

Êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê, li ser banga bi rêya înternetê li Stenbolê û Semsûrê bi çalakiyan hatin protestokirin.

Li Stenbolê bi sedan ciwan, extiyar li taxa Haciahmet a navçeya Beyoglûyê bi quşxaneyan daketin kolanan û bi lêdana li quşxaneyan êrîş protesto kirin. Hin ji mirovan jî lampeya li mala xwe vemiran û vêxistin û bi vî rengî destek dan çalakiyê. 

Cihekî din ku bi sedan kes herikîn kolanan taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmece ye. Welatiyan bi heman rengî nerazîbûna xwe nîşan dan. Li gelek navçeyên Stenbolê çalakî hînê jî dewam dikin.

LI SEMSÛRÊ BI HEZARAN KES DAKETIN KOLANAN

Li navçeya Semsûr Kalikê, bi hezaran kes li ber buroya hilbijartinê ya HDP'ê civiyan û êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê protesto kirin. Girseya gel bê navber dirûşmên "Kurdistan wê li faşîzmê re bibe goristan", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Em HDP diçin Meclîsê" qîriyan. Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Semsûrê Yasîn Tahta li vir peyivî û got, "Heta roja îro 168 caran êrîş li HDP'ê hatiye kirin. Duh li Erzîromê îro li Amedê li hemberî mîtînga HDP'ê êrîş hatin kirin. Em van êrîşan şermezar û lanet dikin. Weke gelê Kalikê ût evahiya gelên Tirkiyeyê, di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de em ê bersiva pêwîst bidin AKP'ê."

Bi heman armancê li ber buroya hilbijartinê ya navçeya Semsûr Kayapinarê daxuyanî hat dayîn. Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Mehmet Doymaz li vir daxuyanî da û êrîş lanet kir.