Li Lînzê 2. kongreya NCDK lidar ket

Li Lînzê 2. kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) lidar ket. Piştî kongreyê serketina HDP'ê ya di hilbijartinê de hat pîrozkirin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Awûstûrya Lînzê, 2. kongreya xwe lidar xist. Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Dûre li ser armanc û girîngiya meclîsa gel nirxandin hatin kirin. 

Di encama kongreyê de 8 komîsyon hatin avakirin û 40 endamên meclîsê hatin hilbijartin. Ji bo Hevserokatiyê jî Vefa Gwan û Levent Yalçin hatin hilbijartin.

PÎROZBAHIYA HDP'Ê

Piştî kongreyê, ji bo pîrozkirina serketina HDP'ê ya di hilbijartinê de, li ber dahol û zirneyê govend hat gerandin. Girseya gel bi wesayîtan li nava navenda bajêr geriya.

...