Li Kobanê û Cizîrê 24 çete hatin kuştin

Di operasyon û pevçûnên li Kantonên Kobanê û Cizîrê de 24 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Di operasyon û pevçûnên li Kantonên Kobanê û Cizîrê de 24 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya ji bo rizgarkirina bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hat destpêkirin, di roja 33. de bi awayekî serketî dewam dike.

Navendê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev 10 km li rojhilat û bakurrojhilatê bajaroka Silûkê li hemberî gundên di bin dagirkeriya çeteyan de bûn operasyoneke nû lidar xistin. 

Hat ragihandin ku di encama van operasyonan de gundên Şara, Rêber, El Wastê ji çeteyan hatiye paqijkirin. Hat destnîşankirin ku danê vê sibehê jî gundê Aliye yê 9 km dûrî bajaroka Silûkê ye ji çeteyan hatiye rizgarkirin.

Li gorî daxuyaniyê, di van operasyonan de 1 maşîneya zirxî ya Hammer, 1 maşîneya doçka barkirî û 2 maşîneyên pîkabê hatine rûxandin, 22 çete hatine kuştin û li gundikekî nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê çeteyekî birîndar hatiye zevtkirin.

Navendê got, "Di vê operasyonê de hevrêyekî me yê bi lehengî şer kir, gihîşt şehadetê."

ÊRÎŞA ÇETEYAN HAT ŞIKANDIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser berxwedana Kobanê ya di roja 266. de ye û hat ragihandin ku êrîşên çeteyan ên li hember nuqteyên başûrê Kobanê, ku duh danê sibehê dabûn destpêkirin hatine şşikandin.


Hat ragihandin ku hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin, lê belê di xebata lêgerînê ya li gundê Kiratê de hêzên YPG/YPJ'ê 2 kleş, 8 şarjorên kleşê, 620 fîşekên kleş, 2 BKC, 835 fîşekên BKC, 1 roketavêja B7 û 4 guleyên wê, 4 bombeyên destan û 2 rext hatine bidestxistin.

Navenda Çapemeniyê da xuyakirin ku duh li rojhilatê Kobanê li hemberî komên çeteyên ku di nava tevgerê de bûn operasyonek hatiye lidarxistin û da zanîn ku di operasyona li nêzî gundê Cirinê de motorsîklet û maşînekî leşkerî ya çeteyan hatine derbkirin. Hat ragihandin ku li vê qadê bi qasî hatiye tespîtkirin 2 çete hatine kuştin.

Navendê got, "Xebatên lêgerîna li gundê Bîrevdê yê li başûrrojhilatê Kobanê ku şeva derbasbûyî hatibû rizgarkirin bi encam bûye. Di encamê van xebatan de hêzên me doçkayeke 12,5mm, 3 kleş, 1 BKC, û 1 Karnas bi dest xistin.

Li heman eniyê hevrêykkî me pê li mayina çeteyan a berê hatibû çandin kir û gihîşt şehadetê."