Li Botanê pîrozbahiya bi coş
Serketina HDP'ê li Botanê bi coşeke mezin tê pîrozkirin.
Serketina HDP'ê li Botanê bi coşeke mezin tê pîrozkirin.
Serketina HDP'ê li Botanê bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Pîrozbahiyên li navenda Şirnexê destpê kirin, danê sibehê li Meydana Omer Kabak dewam kir.
Tevî parlamenterên HDP'ê Leyla Bîrlîk û Aycan Îrmez bi hezaran kes li ber avahiya HDP'ê ya Bajêr civiyan û heta Meydana Omer Kabak meşiyan.
Di meşê bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Em HDP diçin Meclîsê" hatin qîrîn.
Li qada pîrozbahiyê mirovên bi kincên gelêrî û flamayên mezin ên HDP'ê yên bi nivîsên "4-0", "Şirnexê ji mirovahiya mezin re got erê", "Me te nekir serok" û "Ampûlê bitefînin, roj hiltê bal kişandin.
Li her wiha li qadê posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat gerandin û bi hezaran kesên li hev kom bûn, li ber stranên komên muzîkê govend gerandin.
Parlamenterên HDP'ê Leyla Bîrlîk û Aycan Îrmez girseya gel silav kirin û destnîşan kirin ku AKP ji duh êvarê û pê ve li Kurdistanê bûye partiyek ji tabelayê. Parlamenteran gotin, "Me AKP duh ji Kurdistanê qewirand, niha dor hatiye em AKP'ê ji Meclîsê biqewirînin."
Li dû axaftinan bi hezaran kesî govend gerandin. Pîrozbahî li hemû navçeyên Şirnexê dewam dikin.