BI DÎMEN

Ji Bakuyê ber bi çiyayên Kurdistanê ve

Sê gerîlayên Azerî yên tevlî refên PKK'ê bûn gotin, "Li nava refên PKK'ê em têkoşîneke însanî dimeşînin. Pêwîste di nava têkoşîneke bi vî rengî de her kes cih bigirin."

Sê gerîlayên Azerî yên tevlî refên PKK'ê bûn gotin, "Li nava refên PKK'ê em têkoşîneke însanî dimeşînin. Pêwîste di nava têkoşîneke bi vî rengî de her kes cih bigirin."

Gerîlayên Azerî yên ji Azerbaycanê hatin Tirkiyeyê û li zanîngehên cuda dixwendin, PKK nas kirin û tevlî refên PKK'ê bûn. Gerîlayên Azerî gotin, "Desthilatdariyên sîstemê li gorî xwe ciwanan perwerde dike û ciwanan bi xwe ve girê dide."

Tevlîbûna ji neteweyên cuda ji bo tevgera PKK'ê dewam dike. Gerîlayên Azerî Paramaz Azerî, Babek Agir û Azad Mîrxan ên dest ji zanîngehên li Tirkiyeyê dixwendin berdan û tevlî refên PKK'ê bûn, ji ANF'ê re axivîn...

'LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ MIN XWE GIHAND CEWHERA XWE'

Gerîlayê ji Azerbaycanê Paramaz Azerî ku dema li beşa sosyolojiyê ya Zanîngeha Yildirim Beyazit a Enqereyê dixwend tevlî refên PKK'ê bû got, "Li nava ciwanên zanîngehê, bandora sîstemê ji kinc heta axaftinê, xuya dike" û biryara tevlîbûna xwe bi van gotinan anî ziman:

"Di Zanîngeha Yildirim Beyazit de li beşa sosyolojiyê bûm. Min PKK bi rêya hevalên xwe yên li zanîngehê nas kir. Bandora xurt a PKK'ê ya li ser ciwanên li zanîngehan tê dîtin. Mirovên li beşa sosyolojiyê dixwînin divê objektîf bin. Ji ber ku vegotina dîroka mirovaniyê, objektîfbûyînê ferz dike. Lê li zanîngehan rewşeke berevajî vê hebû. Hewl dihat dayîn ciwanên li gorî berjewendiyên xwe, li gorî desthilatdariya xwe biafirînin. Li nava ciwanên zanîngehê, bandora sîstemê ji kinc heta axaftinê, xuya dike. Qutbûna ji sîstemeke bi vî rengî ya ciwanan bi xwe ve girê dide, bê guman hêsan nîne. Piştî ku min dît tu çiqasî li nava sîstemê xebatê bimeşîne jî têrê nabe, tu nikare xwe ji bandora sîstemê rizgar bike, min biryar da ku berê xwe bidin çiyayên azad. Heta niha jî em hewl didin wê zerara sîstemê daye me, ji ser xwe biavêjin."

'JI BO JIYANEKE BEDEWTIR PÊŞKÊŞÎ MIROVAHIYÊ BIKE..'

Azerî anî ziman ku wî gerîla bi rêya medya civakî şopandiye, bandoreke mezin li wî kiriye û got, "Jiyana li vir hesteke gelekî cuda ye. Piştî tevlîbûnê min dest bi jiyana gerîla kir. Ne hêsane ku mirov jiyan, rêbaz û têkiliya hevrêtiyê ya gerîla vebêjin. Dikarim bêjim ku li çiyayê Kurdistanê min xwe gihand cewhera xwe. Di navbera têkoşînên ji bo gelên bindest û tên talankirin, cudahî nîne. Têkoşîna me ya enternasyonal ji bo pêşkêşkirina jiyaneke bedew ji bo tevahiya mirovahiyê ye. Di rêya sosyalîzmê de ya pêwîst çi be, divê were kirin."

'TEVLÎBÛN NÊZÎKATIYEKE ÎNSANÎ YE'

Babek Agir ê ji Baku hat Tirkiyeyê û li zanîngehê dixwend got, "Piştî ku min partî nas kir, min dît ku têkoşîna ez di nava sîstemê de dimeşînim, têrê nake. Lewma me biryar da tevlî tevgera însanî tevgera PKK'ê bibim. Biryara tevlîbûnê nêzîkatiyeke însanî ye."

'LI NAVA GERÎLA JIYANEKE GELEKÎ CUDA YE'

Agir ê ku li Zanîngeha Tûrgût Ozal a Enqereyê dema dixwend bi rêya hevalên xwe tevgera PKK'ê nas kir, wiha axivî:

"Ji bo xwendina zanîngehê hatibûm Tirkiyeyê. Li zanîngehan sîstem li gorî desthilatdariya xwe ciwanan perwerde dike, bi xwe ve girê dide. Bi polîtîkayên xwe yên talan, tinekirin û înkarê re gelê Kurd ji qedera xwe re hatibû terikandin. Di rewşeke bi vî rengî de min rastiya gelê Kurd nas kir.  Gelê Kurd bi salan e tê binpêkirin. Hebûna vî gelî ti carî nehatiye qebûlkirin û gelekî hewl hatiye dayîn bê tinekirin. Dema mirov cîhanê bikin du parçe, bindest hene û yên binpê dikin hene. Gelê Kurd ê bi çar parçeyan hatiye parçekirin, tê binpêkirin. Ne tenê li wir, li her devera cîhanê gel tên binpêkirin. Gelê Tirk bi xwe jî ji aliyê aboriyê ve tê talankirin. Di şexsê Kurdan de em ji bo hemû gelên bindest û tên înkarkirin têdikoş in. Nêrîna hin mirovan a li gerîlayên PKK'ê şaş e. Dibêjin qey li vê derê bi tenê têkoşîna çekdarî tê meşandin. Halbûkî tevî vê jiyana gerîla gelekî cuda ye. Bi rêbaza Derwîşî, li ser xeta însanî di nava gerîla de hevrêtî heye. Ji dil bûyîn û xweşbîniya di nava hevalan de bandor li min kir. PKK ne tenê tevgaer gelekî ye, tevgera tevahiya mirovahiya bi polîtîkayên înkar û tinekirinê re rû bi rû ye. Kurdistan destpêk e. Li nava refên PKK'ê ku tevgereke enternasyonal e, em ji bo hemû helan têdikoş in."

'TÊKOŞÎNEKE ÇALAK ANCAX LI ÇIYAYÊN AZAD DIKARE WERE MEŞANDIN'

Gerîla Azad Mîrxan jî ê ji bo xwendina zanîngehê ji Azerbaycanê hat Tirkiyeyê, bi rêya hevalên xwe yên Azerî tevgera PKK'ê nas kiriye û dûre ji bo meşandina têkoşîneke aktîf tevlî refên gerîla bûye. Gerîla Azad Mîrxan got, "Li Tirkiyeyê min li zanîngeha Balikesîrê dixwend. Armanca hatina min xwendin û bidestxistina pîşeyekî bû. Li Tirkiyeyê min hevalên Azerî nas kir. Ew jî sempatîzanên PKK'ê bûn. Min bi wan re gelek nîqaş meşand û der heqê partiyê de agahî stend. Bi saya hevalên Azerî nêrîna min a li partiyê guherî. Ez pê hesiyan ku di nava sîstemê de em çiqasî tên helandin. Dereng be jî min lîstikên sîstemê yên li hemberî ciwanan dît."

'DIVÊ CIWAN LI NAVA REFÊN PKK'Ê ROLA XWE BILÎZE'

Mîrxan herî dawî ji bo tevlîbûna li nava tevgera PKK'ê bang li ciwanan kir û got, "Min têkoşîna PKK'ê weke têkoşîna mirovahiyê dît û gihaştim wê biryarê ku têkoşîna herî aktîf ancax li çiyayên azad were meşandin. Em enterasyonalîst in. Ji bo me têkoşîna li her devera cîhanê ya ji bo mirovahiyê tê dayîn, weke hev e. Eger gelek dixwaze li cewhera xwe vegere û winda neke, divê têbikoş e. Dixwazim bêjim ku em li nava refên PKK'ê têkoşîneke însanî dimeşînin. Di nava têkoşîneke bi vî rengî de girîng e her kes rola xwe bilîze."

BI STRANÊN AZERÎ RENG DAN

Moral û coşa ciwanên Azerî yên gihaştin çiyayê Kurdistanê gelekî bilind xuya dike. Namzetên gerîla yên ciwan, di merasîma mezûniyetê de, bi stran û lîstikên herêma xwe re reng dan. Gerîlayên HPG'ê jî bi wan re stranên Azerî gotin. Ciwanên Azerî her wiha ji kamerayên ANF'ê strana 'Enternasyonal' bi zimanê xwe gotin û hemû enternasyonalîstên li çiyayên Kurdistanê silav kirin.

...