Tevlîbûna li Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst dewam dike
Ji Elmanyayê şervanekî bi navê Ernesto tevlî Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst a duh li Rojava hat damezrandin, bû.

Şervan Ernesto ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku tabûra wan projeyek hevpar a rêxistinên şoreşer ên ji Tirkiye, Elmanya, Spanya û Yewnanîstanê ye û ji bo piştevaniya navneteweyî ya ji Şoreşa Rojava re hatiye avakirin.
Ernesto da xuyakirin ku şervanên tabûra duh ava bû wê îro ji bo şer bikin biçin eniya pêş û destnîşan kir ku armanca wan a bingehîn ew e ku di nava hefte û mehên pêş de di navbera Serêkaniyê û Kobanê de korîdorekê vekin.
Ernesto ragihand ku ji bo Rojava ji DAIŞ'ê rizgar bibe ev yek gaveke gelekî girîng e û di hefteyên dawî de wan jî amadekariya xwe li gorî vê kirine.
'DIVÊ ŞOREŞGER HEMÛ WERIN Û ŞER BIKIN'
Ernesto anî ziman ku ew ji ber vê projeyê û tecrûbeyên nû gelekî kêfxweş e û got, "Hemû şoreşgerên dixwazin Şoreşa Rojava biparêzin, hemû dijberên faşîzm û emperyalîzmê divê bên vê derê û tevlî Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst bibin."