YPG: 15 gund û 16 gundik hatin rizgarkirin, 28 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di operasyonên YPG/YPJ'ê de li rojavayê Kantona Cizîrê 8 gund û 16 gundik, li başûrrojhilatê Kobanê jî 7 gund rizgar kirine. Di van operasyonan de herî kêm 28 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da zanîn ku qonaxa duyemîn a Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya ji bo paqijkirina rojavayê Kantona Cizîrê hat destpêkirin, di roja 36. de bi awayekî serketî dewam dike.

8 GUND Û 16 GUNDIK HATIN RIZGARKIRIN

Navendê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê li derdora bajarokê Silûkê derbên giran li çeteyan dixin û destnîşan kir ku di encama operasyonan de gundên Resim, Gulê, Berkevir, Çêlek, Hawiz, Heşîşiyê, Meqer, Esal ê Rojhilat û 16 gundik ji çeteyan hatine paqijkirin. 

Li gorî daxuyaniyê, her çend hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelakirin jî, li vê qadê tevî 4 termên çeteyan hêzên YPG/YPJ'ê dest danîne li ser 3 fuzeyên bi dest hatine çekirin, 4 kalaşnîkov û 1 BKC. 

Operasyonên li herêmê bi pêşdeçûna hêzên YPG/YPJ'ê dewam dike.

LI BAŞÛRROJHILATÊ KOBANÊ 7 GUND HATIN RIZGARKIRIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser berxwedana Kobanê ya di roja 269. de bi paqijkirina derdora Kobanê ji çeteyan dewam dike û diyar kir ku operasyona duh li başûrrojhilatê Kobanê hat destpêkirin, danê êvarê bi serketî bi dawî bû.

Hat ragihandin ku di encama vê operasyonê de gundên Fêleh, Hêymir, Ebû Sirê, Suwahan, Lûtka, Bozê Kerzê û Girê Kêlê ji çeteyan hatin paqijkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin, lê di vê operasyonê de hêzên YPG/YPJ'ê dest danîne ser 6 kalaşnîkov, 1 BKC û 1 roketavêja B7 a çeteyan.

Navendê got, "Di pevçûnên li vê operasyonê de 3 hevrêyên me yên ku bi lehengî şer dikirin gihîştin şehadetê."

ÊRÎŞA ÇETEYAN HAT ŞIKANDIN, 4 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemeniyê da xuyakirin ku komên çete duh piştî nîvro êrîşî gundên Qirat û Sîna yên li başûrê Kobanê kirine û li ser bersivdayînê êrîş hatine şikandin û di encamê de 4 çete hatine kuştin.

LI ROJHILATÊ KOBANÊ 20 ÇETE HATIN KUŞTIN, PANZÊREK HAT RÛXANDIN

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku komên çete êrîşî du gundên Bîrerep ên li rojhilatê Kobanê kirine û hat gotin, "Piştî hêzên me bersivên tund dan çeteyan, li vir pevçûnên dijwar qewimîn. Di van pevçûnan de Panzêrek çeteyan hatin rûxandin. Di pevçûnên li vê qadê de bi qasî hatiye 20 çete hatine kuştin. 3 termên çeteyan ketiye destê hêzên me."

Navendê da xuyakirin ku hêzên YPG/YPJ'ê li rojavayê Kobanê li pişt ava Firatê çalakiyek lidar xistine, di encamê de maşîneke çeteyan tevî çeteyên tê de hatiye rûxandin.