Li Amedê 4 kes hatin binçavkirin

Li Amedê, endamê Desteya Rêveber a Cemiyeta Rojnamevanên Azad Ozan Kilinç jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin.

Li Amedê, ku komên kontra piştî kuştina Serokê Yenî ÎHYA-DER'ê Aytaç Baran xwe ebrdan nava kolanan û 3 HDP'yî qetil kirin, 2 jê giran 8 kes birîndar kirin, polîsên Tirk jî dest bi operasyonên binçavkirinê kirin. Polîsan 4 kes li bajêr kirin binçavan.

Di serdegirtinên li malên li navçeya Sûrî de endamê Desteya Rêveber a Cemiyeta Rojnamevanên Azad Ozan Kilinç, Yûsûf Aygun, Halûk Dalkaç û Şaban Kastarli hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku her 4 welatiyên hatine binçavkirin, li emniyetê tên ragirtin. Der heqê sedema binçavkirina wan de ti agahî nehatin bidestxistin.