Şervanê YPG'ê Kaplan ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin

Şervanê YPG'ê Veysî Kaplan (Andok Dara) bi merasîmeke ku bi hezaran Kurdistanî lê amade bû, hat veşartin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Veysî Kaplan (Andok Dara) ê li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê di pevçûna 4'ê Hezîranê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Erzîrom Qereyaziyê hat veşartin.

Ji ber merasîma cenaze esnafan dikanên xwe venekirin û li Mizgefta Navendî nimêja cenaze kirin. Girseya gel dûre darbesta cenazeyê Kaplan hilgirt ser milan û bir Goristana Taxa Qeregiwiç. Di meşa ber bi goristanê ve dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Berxwedana Kobanê" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

Berdevkê MEYA-DER ê Qereyaziyê Bedrettîn Kamiş li merasîmê axivî û diyar kir ku gelê Kurd li Kobanê, gelemperiya Rojava û li Şengalê li hemberî DAIŞ'ê destan nivîsandiye. Kamiş got, "Me jî ew ji xwe re mînak girtin û li Erzîromê li hemberî provokasyonan bi dil û can xebitîn û parlamenterek hilbijart. Me bersiva herî baş li Erzîromê dan wan."

Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Salih Altay jî bal kişand ser provokasyonên li Erzîromê û got, "Di êrîşan de xwestin hevalê me Aydin Taşkesen bi saxî bişewitînin. Me jî li Qereyaziyê bi rêjeya ji sedî 96,36 ê dengan re bersiva xwe dan hikûmeta AKP'ê."

Bavê şervanê YPG'ê Kaplan Fatîh Kaplan jî got, "Serê tevahiya gelê Kurd sax be" û bi vî rengî axivî: "Bi şehîdê xwe re ez serbilind im. Kurê min di rêya nebaşiyê de nemiriye. Serê xwişk û birayên me yên Kurd hatin jêkirin, keçên me li bazarên koleyan hatin firotin. Li hemberî vê zilmê ciwanên Kurd nikarîbûn bibin temaşevan. Veysî ji Stenbolê çû Kobanê, ji bo vê zilmê bisekinîne."

Piştî axaftinan cenazeyê şervanê YPG'ê Kaplan li ber tilîlî û qîrîna dirûşmeyan li goristana taxê hat veşartin. Li dû veşartina cenaze, grseya gel konê serxweşiyê yê li Taxa Qeregiwiç ziyaret kir.