Cenazeyê şervanê YPG’ê Bromfield ji aliyê rayedarên DYA’yê ve hat wergirtin

Cenazeyê şervanê YPG’ê yê DYA’yî Keith Thomas Broomfield (Gelhat Rûmet) ji aliyê rayedarên Konsolosxaneya Edeneyê ya DYA ve ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinar ve hat wergirtin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê yê DYA’yî Keith Thomas Broomfield (Gelhat Rûmet) ji aliyê rayedarên Konsolosxaneya Edeneyê ya DYA ve ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinar ve hat wergirtin.

Şervanê YPG’ê yê DYA’yî Keith Thomas Broomfield (Gelhat Rûmet) li gundê Qenterê yê Kobanê 3’ê Hezîranê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Broomfield ji aliyê nûnerên Konsolosxaneya Amerîka ya Edeneyê li Deriyê Sînor ê Murşîtpinar ji rayedarên kantonê hat wergirtin. Cenazeyê Broomfield ê piştî hevdîtina bi MEYA-DER ve hat wergirtin birin Balafirgeha Încîrlîk a Amerîka ya li Edeneyê.

Hat ragihandin ku wê cenazeyê Bromfield' ji vir bi balafirê bişînin Amerîka.