Serketina HDP'ê li Munchenê hat pîrozkirin

Serketina HDP'ê li bajarê Elmanya Munchenê hat pîrozkirin.

Serketina HDP'ê li bajarê Elmanya Munchenê hat pîrozkirin.

Li bajarê Elmanya Munchenê, duh êvarê serketina HDP'ê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya li Odeons Platzê ya ji aliyê pêkhateyên HDP Munchenê û Însiyatîfa Jinên Kurd a Sara ve hat organîzekirin de, 300 kes amade bûn.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Munchenê Şehrîban Dalkaya axaftina vekirinê kir û got, "Ev serketina me encama keda 40 salî ye. Em vê jî deyndarê Rêber Apo ne.

Lê êdî her kesî hêza Kurdan careke din dît. Mîna li Rojava, mîna li Kobanê gelê Kurd bersiva herî xweş di sindoqê de da AKP'ê. Me li Ewropayê xebateke gelekî baş meşand. Em spasiyên xwe pêşkêşî her kesên di vî karî de xwedî ked in, dikin."

Dûre nûnerên DÎDF Munchen, DKP, MLPD û Însiyatîfa Jinên Kurd a Sara axivîn. Girseya gel heta saetên dereng li ber muzîka Kurdî govend gerand û dirûşmên "Bijî HDP" qîriya.

...