KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YPG’ê nasnameya 12 şervanan aşkera kir
Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê nasnameya 12 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Hesekê û Kobanê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir. -
Li sînorê Rojava bi dehan donim genim şewitî
Li sînorê Rojava yê Cizîrê ji ber agir, bi dehan donim genim şewitî. -
Demîrtaş: Niha li Tirkiyeyê bi sedan DAIŞ’iyên li benda fermanê ne hene
Demîrtaş tevlî bîranîna kesên di êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga HDP’ê ya Amedê jiyana xwe ji dest dan bû, got li Tirkiyeyê di malên hicrikan de bi sedan endamên DAIŞ’ê yên li benda talîmata êrîşê ne hene. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Çîftçî bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Tûrgût Çîftçî (Şervan Çekdar), bi merasîmeke bi beşdariya hezaran kesî li gundikê Şorik ê Ebexê hat veşartin. -
YPG: 18 gund û 8 gundik hatin rizgarkirin
Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de li derdora bajarokê Silûkê, 18 gund û 8 gundik ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. -
Du ciwanên HDP'yî hatin binçavkirin
Du ciwanên HDP'yî yên ji bo dayîna îfadeyê çûn emniyetê, hatin binçavkirin. -
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk didome
Ligel bombardûman, tevgera hewayî û kemînên artêşa Tirk, li Bakurê Kurdistanê xebatên kontra didomin. -
YPG bi gelê Ereb re civiya
Komîteya YPG'ê ya Têkiliyên bi Gel re, bi rûspiyên eşîrên Ereb re li gundên di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de hatin rizgarkirin geriya û li pirsgirêkên gundiyên vegeriyane, guhdarî kir. -
Onder: Divê pêvajo dewam bike
Berdevkê Heyeta Îmraliyê Onder, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Edaletê da û dûre daxuyaniyek çapemeniyê. -
Şervana YPJ'ê Şaki ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin
Şervana YPJ'ê Narinç Şaki (Rûken Spêrtî) ku li Kobanê di 7'ê Hezîranê di pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran welatiyan ve hat oxirkirin. -
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Sonmez ji aliyê jinan ve hat hilgirtin
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Benazîr Sonmez (Rûken Wan) a ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê jinan ve li Wanê hate definkirin -
Li Şengalê çeteyek hat kuştin
Di encama çalakiyeke sûîqestê ya li Şengalê de çeteyekî DAIŞ'ê hat kuştin. -
HPG: Em sê lehengên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin
HPG'ê 3 gerîlayên di demên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî. -
Kurdên Çelyabinskê serketina HDP pîroz kirin
Kurdistaniyên li Çelyabinskê dijîn, bi dostên xwe re serketina HDP'ê pîroz kirin. -
Tê gotin tîmên taybet zarok revandine
Li Amedê ku hêzên kontra li nava bajêr di nava tevgerê de ne, hat gotin ku tîmên tevgera taybet zarokekî 16-17 salî revandine. -
KCK: Divê Rêber Apo azad bibe, Meclîs bikeve dewrê, agirbest zexm bibe - HAT NÛKIRIN
KCK: Divê agirbest bê zexmkirin, sermuzakerevan Rêber Apo azad bibe, Meclîs bikeve dewrê û bi vî rengî gavên çareseriyê yên li ser li hev hatiye kirin bi qanûnan û destûra bingehîn re werin ewlekirin. -
Li Amedê gule li kargehekê hat reşandin
Li navçeya Amed Baglarê, duh bi şev gule li kargehekê hat reşandin. -
4 gund û 6 gundikên din ji çeteyan hatin paqijkirin
Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de, hêzên YPG/YPJ'ê 4 gund û 6 gundikên din ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. -
Cenazeyên 4 şervanên YPG’ê hatin veşartin
Cenazeyên 4 şervanên YPG'ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, li goristana Şehîd Dîcle hat veşartin. -
Nasnameya gerîlayekî di 1993'an de jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin
Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê da xuyakirin ku Mahmût Aslan bi nasnav Aslan ê di 8'ê Nîsana 1988'an de tevlî refên gerîla bû, di 25'ê Gulana 1993'an de li gundê Kûrtûlûş ê Çewlikê jiyana xwe ji dest daye. -
Xweranegirtina Konsolosxaneyê li navê Kurdî
Li bajarê Swîsre Zurîchê, malbata Alagaş ji bo nasnameya keça xwe Xezal Alagaş a di 28'ê Nîsana 2015'an de ji dayik bû derxîne çû Konsolosxaneya li Zurîchê, lê ji ber bi hinceta ku tîpa 'X' di alfabeya Tirkî de nîne, nekarî derxîne. -
Nameyên dawî yên Kurdo Amed
Malbata Bakir a ji gundê Talatê yê navçeya Mêrdîn Nisêbînê ye, li taxa Deriyê Mêrdînê ya Amedê ku zêdetir Omeriyan lê dijîn, dima… -
Zanîngeha Strathclyde ya Skoç xelata endametiya rûmetî da Ocalan
Komeleya Xwendekarên Zanîngeya Strathclyde ya Skoçyayê (USSA), xelata endametiya rûmetî da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
Li Bismilê cenazeyê zilamekî hat dîtin
Li Bismilê cenazeyê zilamekî yê nasnameya wî ne diyar hat dîtin. -
Gerîlayê HPG’ê Kaplan li Nisêbînê spartin axê
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Îlyas Kaplan (Piling Azad) ê sala 2010'an li navçeya Çelê ya Colemêrgê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da ji Goristana Kalealti hate wergirtin û li Nisêbînê hate definkirin.