Onder: Divê pêvajo dewam bike

Berdevkê Heyeta Îmraliyê Onder, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Edaletê da û dûre daxuyaniyek çapemeniyê.

Berdevkê Heyeta Îmraliyê Onder, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Edaletê da û dûre daxuyaniyek çapemeniyê. Onder xwest 'Koalîsyona Neteweyî' bê avakirin heyeta şopandinê bikeve dewrê, tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û nerazîbûn nîşanî polîtîkayên AKP û Erdogan ên dijberê çareseriyê da.

Li ser navê Heyeta Îmraliyê parlamenterên HDP'ê Sirri Sureyya Onder, Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken, der barê pêvajoya çareseriyê de li odeya civînê ya koma HDP'ê, civîneke çapemeniyê lidar xistin. 

'BIRÊZ OCALAN PÊVAJO BI PÊŞ XIST, ERDOGAN BÊ QÎMET KIR'

Onder da xuyakirin ku encama herî girîng a pêvajoya hilbijartinê ew e ku maseya çareseriyê ya hat hilweşandin, ji aliyê gel ve ji nû ve hat cebirandin û ev xal destnîşan kir: "Ev pêvajoya aştiyê, bi perspektîfa demokratîkbûyînê ya bi vîn û biryardariyeke mezin a Birêz Ocalan re, gihaştiye vê rojê. Em vî hiş û bîrê tine nahesibînin û em ê nehêlin kesek tine bihesibîne. Gelek tişt hat nîqaşkirin, lê belê pêvajo ji aliyê Serokkomar bi xwe ve hat bêqîmetkirin. Mase hat hilweşandin lê belê gelên Tirkiyeyê ev mase ji nû ve rakirin ser piyan. Bi mesaja dayî re nîşan da ku afirînerê vê pêvajoyê û rêveberên pêvajoyê kî ne. Her kes dikare bi vê nêrînê encamên hilbijartinê bixwîne. Ji Derya Reş heta Anatoliya Navîn, ji helwesta mirovan nîşan daye, ev yek dikare were dîtin. Van encamên hilbijartinê nîşan dane ku mîmar û parazvanê pêvajoyê ji aliyê gel ve hatiye xelatkirin. Ev pêvajo nîşaneya vê ye."

'EV ZIMAN PEVÇÛN Û KAOSÊ DERDIXÎNE'

Onder tabloya piştî hilbijartinê û lêgerînên li koalîsyonê jî bi gotina "Kombînasyona ji koalîsyonê derkeve çawa dibe bila bibe, nabe ku li ser dijminatiya li wekhevî, aştî û azadiyê were sazkirin" nirxand. Onder der barê hin gotinên partiyên siyasî ku di asta heqaretê de li hemberî HDP'ê bikar tîne got, "Pêwîste her kes dev ji vî zimanî berde. Yên vî dikin jî divê rexnedayîna xwe bidin Tirkiyeyê. Encamê ev ziman bi xwe re bîne, Xwedê neke pevçûn û kaos e. Kî çi gotinên beredayî bilêv dikin bila bilêv bikin, pêwîstiya vî welatî di rewşa heyî de bi aştiyê heye."

TECRÎD

Onder piştî nirxandina encamên hilbijartinê bal kişand ser sedema esîl a lidarxistina civînê û diyar kir ku ev du meh in pêvajo hatiye sekinandin. Onder axaftina xwe wiha dewam kir: "Tecrîdeke ku nehatiye îlankirin li Îmraliyê tê meşandin. Ti eleqeya vê bi cîdiyeta pêvajoyê re nîn e. Ev maseya ku hikûmet li keda xwe xwedî derneket ji aliyê gel ve dîsa li ser çar lingan hat rûniştandin. Di nava deklerasyona ku li Dolmebahçeyê hatiye aşkerakirin de demokratîkbûyîn hebû. Serketiyê vê pêvajoyê deklarasyona Dolmebahçeyê ye. Rêberê Gelê Kurd ku bi hemû hêza xwe hewl dida pêvajoyê bi rêva bibe, me jî hewl dida ku komîsyonek şopandinê bê avakirin."

'BERIYA HIKÛMETÊ DIVÊ KOALÎSYONA NETEWEYÎ YA ÇARESERIYÊ WERE AVAKIRIN'

Onder daxuyaniyên Serokomar Erdogan ku digot 'Ez vê yekê rast nabînim, pirsgirêka kurd nîn e' nirxand û ev tişt got: "Bi van daxuyaniyan li keda xwe xwedî derneket. Divê beriya hikûmetê koalîsyonek neteweyî ji bo çareseriyê bê avakirin. Eger hikûmet û hemû saziyên dewletê û partiyên siyasî li ser vê yekê bisekinin wê li Tirkiyeyê aştiyek pêk bê. Divê pêvajo li cihê ku maye dewam bike."

Onder her wiha bersiv da pirsan û li ser gotinên Yalçin Akdogan ku digoti "Ji niha û pê ve ancax dikarin fîlmê pêvajoyê bikişînin" ev bersiv da: "Bawer im paşeroja min e sînemageriyê tîne bîr û hevalên min di vê mijarê de ji xwe bersiv dan. Eger hine aqil hebe wê dev ji nêzîkatiya xwe ya hunerê biçûk dibînin berde. Dibêjin ya heyî lîstikeke şano ye. Hevalno şano tiştekî pir cidî ye, hûn dikarin bibin her tişt lê nikarin bibin hunermend. Li vî welatî li pêşiya Yalçin Akdogan bûnê ti astengî tineye, lê ji bo hunermendiyê gelek tişt pêwîst e. Ti kes nikare hunerê wekî tiştekî erzan bibîne."

'JI BER AŞTÎ Û DEMOKRASÎ TINEYE, EV PIRSGIRÊK HENE'

Onder li ser pirsa ku heta hikûmet neyê avakirin, ji bo qanûna ewlehiyê, ji bo têkoşîna li dijî nelirêtiyan re wê pêvajoya çareseriyê ji bo demeke paşve bikişînin an na, ev nirxandin kir" "Ewlehiya me aştî ye, tişta ku hûn dibêjin qanûna ewlehiyê li dijî aştiyê sabotaj e. Pirsgirêka diziyê encama navendîbûna hegemonîk e. Ji ber ku ev qadên bi hev re bikevin rêzê nîn in hemû jî ji ber ku aştî û demokratîkbûn pêk nayê derdikevin holê. Em pirsgirêkên xwe ne bi hiyerarşiyan bi nêzîkbûneke giştî digirin dest. Hevserokên me ji bo koalîsyonê di nava hewldana afirandina nêrînên xurt de ne. Em pirsgirêkan ji hev cuda nakin. Têkiliya hemûyan bi hev re hene û ji ber ku feraseta demokratîkbûnê tineye diqewime." 

Onder li ser pirsa ku AKP hilbijartina pêşwext dixwaze, HDP wê di hilbijartineke bi vî rengî de heman encamê bigire yan na jî ev bersiv da: "Ma hûn ne di ferqê de ne, li vî welatî gelek tişt hatine guhertin. Eger AKP’î bi vî rengî difikire ev mejiyê 6’ê Hezîranê ye. Ew derbasdar nîne. Dibe ku bi vî rengî bifikirin dibe ku hînê bi quretiya desthilatdariyê nêzîk dibin. Her kesê derkeve bêje  min tercîha te neciband wê li hemberî gel bêhurmetiyê bike."

DEMA HIKÛMETÊ GOTINA BIRÊZ OCALAN BIHÎST, MASE HILWEŞAND'

Onder li ser pirsa ku eger çûyîna Îmraliyê hebe bendewariya banga çekberdarê heye jî ev tişt anî ziman: "Eger vê cidiyetê nîşan bidin, ji xwe em di vê astê de ne. Birêz Ocalan di merheleya mutabaqata hatî de gotibû eger heyeta şopandinê bê vê derê ez ê dîrokê bidin û ji bo bêçekbûyînê bangawaziyê bikim. Dema ku hikûmetê ev yek bihist ew mase xera kir. Birêz Akdogan, Serokomar bila rabin û bibêjin ku na Ocalan wisa negotiye. Girtek hene. Eger ew heyeta şopandinê Serokkomar wisa negota... Piraniya wan jî kesên nêzîkî hikûmetê bûn. Eger em bi wan çûbûna Îmraliyê wî bangawazî dikin û ev yek deklere jî kiribû. Eger sibe jî vê mekanîzmayê bixin dewreyê em difikin wê vê bangawaziyê bike. Li şûna xwe spartina demogojiyê bila xwedî li keda xwe derkevin. Keda xwe dan ber avê. Serokkomar ji bo 3-5 pûanên ji neteweperestan bê bi dijminatiya kurdan kirin qurbanê vê yekê."

'BAWERIYA ME BI ME TÊ, EM BI VÎNA AŞTIYÊ BI BIRYAR IN'

Onder bersiva pirsa "Eger hûn neçin Îmraliyê wê çawa be" bi gotina "Em îhtimaleke wisa nafirikirin" da û daxwazên têkildarî heyeta şopandinê de wiha vegotin: "Hikûmetê hemû mutabakatên me yên bi şahidîniya wan hatin xwendin a Deklarasyonan Dolmabahçe înkar kir. Di karekî wisa cidî de gav tê bên avêtin an na? Şahid çima çêdibe. Ji bo rastî bên dîtin. Ji bo rastiyan nebînin wan şahidîna naxwazin. Ji vê yêkê re çi astengdar e? Em bi xwe bawer in. Em di vîna aştiyê de bi biryar in. Ji bo vê yêkê jî em dixwazin heyeta şopandinê bikeve dewreyê."